Terasa ku qeyûm kiribû bipere dîsa bê pere ye 2024-05-27 13:51:58 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê “Terasa Temaşekirinê” ya ku qeyûm kiribû bipere, dîsa kire bê pere.  Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di mijdara 2021’an de “Terasa Temaşekirinê” ya ku Çemê Dîcle û Baxçeyên Hewselê dibîne kiribû bipere. Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a di hilbijartinên 31’ê Adarê de şaredarî bi dest xist, terasa li taxa Fîskaya ya girêdayî navçeya Bajarê Nû jinûve kire bê pere.   WELATÎ JI BIRYARÊ KEYFXWEŞ IN    Yek ji welatiyan Bulent Ozceylan ê derket terasa cam û dîmen bi têra dilê xwe temaşe kir wiha got: “Em ji Îzmîrê hatin. Me bihîst ku ev der bê pere ye, em keyfxweş bûn. Bêperebûna wê xizmeta ji gel re ye. Em di vê mijarê de spasiyên xwe pêşkeşî Şaredariya Bajarê Mezin dikin.”   Cennet Cengîz jî diyar kir ku ji bêperekirina terasê keyfxweş in û wiha axivî: “Cihê keyfxweşiyê ye ku terasa cam niha bêpere kirine û ji gel re hatiye vekirin. Ji ber vê yekê spasiyên xwe pêşkeşî Şaredariya Bajarê Mezin dikin. Ev yek tişteke xweş e.”   Umît Îsafça jî wiha got: “Min dît ku Terasa Cam a li vir hatiye çêkirin xizmeteke gelekî xweş e, ez jê gelekî keyfxweş bûm. Pêdiviya bajarê me bi xizmetên wiha heye. Bêperebûna wê jî ji bo me avantajeke.”