Li Cizîrê mirina biguman a ciwanekî 2024-05-27 15:34:57   ŞIRNEX - Li Cizîrê ciwanê bi navê Yasîn Gûrhan bi awayekî biguman, jiyana xwe ji dest da.    Ciwanê bi navê Yasîn Gûrhan ê 20 salî ku li taxa Dîcle ya girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê dijiya bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Li gel pêhesandina malbatê tîmên tendûrîstiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespîtkirin ku Gurhan jiyana xwe ji dest daye.    Malbat û xizmên ciwanî îdiakirin ku ciwanî întîhar kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Gûrhan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.