Bûranê bi rojan xeber jê nedihat girtin, hat girtin 2024-05-27 22:59:20       ÎZMÎR - Xwendekarê Beşa Bazarkirina Dîjîtalê ya Zanîngeha 9 Eylulê Şeyhmûs Bûran ê dema ji bo gerê çû Mêrdînê hat binçavkirin û îro hate hînbûn ku bi rojan in li Midûriyeta Polîsan ya Îzmîrê hatiye girtin, hat girtin.   Xwendekarê Beşa Bazarkirina Dîjîtalê ya Zanîngeha 9 Eylulê Şeyhmûs Bûran ê ji bo gerê di 24’ê Gulanê de ji Îzmîrê çû Mêrdînê ku agahî jê nedihat girtin û paşe hat zanîn ku hatiye binçavkirin, hat girtin. Bûran ku hate hînbûn bi rojan in li Midûriyeta Polîsan ya Îzmîrê tê girtin, piştî lêpirsînê sewqî Edliyeya Îzmîrê hat kirin.   Bûran ê ku ji ber polîsan tundiyê lê kirin, mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî, li dozgeriyê îfade da. Li dozgeriyê ji Bûran re ragihandin ku ji ber îxbareke bênav li ser wî lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Bûran ku derbarê îfadeyên şahida diyar Buse Aslan de pirs jê re hatin kirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sûcdarkirin. Bûran ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hate kirin, bi heman sûcdariyê ji aliyê 2’emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Îzmîrê ve hat girtin.   GEFA KUŞTINÊ LI BÛRAN HAT KIRIN   Velat Zeren ê ku muwekîlê xwe dît, diyar kir ku Şeyhmûs Bûran ê ku roja pênçşemê ji bo gerê ji Îzmîrê çû Mêrdînê, sibeha Înê gihiştiye navçeya Qoserê û ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin. Parêzer Velat Zeren diyar kir ku polîsan gefa kuştinê li muwekîlê wî xwarine û got, “Polîsan demekî di wesayitê de tundiyê li Şeyhmûs dikin û gef lê dixwin. Piştre ev polîs Şeyhmûs radestî polîsên Emniyeta Mêrdînê dikin. Polîsên Emniyeta Mêrdînê di wesayiteke cuda de tundiyê li Şeyhmûs dikin. Polîsan bi gotina ‘Em tê bibin derveyî sînor û li serê te bidin?’ çek nîşanî Şeyhmûs dikin û gefa kuştinê lê dixwin. Piştre dibin Emniyeta Mêrdînê. Şeyhmûs wê rojê li Emniyeta Merdînê dimîne. Roja Şemiyê nîvê şevê bi teyareyê biveguhezî tînin Îzmîrê. Li Îzmîrê daxwaza parêzer dike, lê agahî ji parêzerê wî re naye dayîn. Îro ji bo ku îfade hatiba girtin, agahî dan min. Ez bi vî awayî tevlî îfadeya wî bûm.”