Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin 2024-05-28 12:29:26   AMED - Parêzer Firat Taşkin ê di çarçoveya îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik de dihat darizandin, di danişîna ewil de hat beraetkirin.    Ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik, der barê parêzer Firat Taşkin ê endamê OHD’ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Taşkin û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn.    Taşkin di danişînê de îfadeyên xwe yên berê dubare kir û xwest bê beratkirin. Taşkin got ew ji ber xebatên xwe yên meslekî tê darizandin û ev jî nabin sûc.    Paşê îtîrafkar Umît Akbiyik bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê hat kirin û got wî tenê carek Taşkin dîtiye.    Dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest ji “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.    Parêzerên Taşkin parastinê kirin û li ber mutalaya dozger rabûn û gotin ew vê mutalayê qebûl nakin û hempîşeyê wan ji ber xebatên xwe yên meslekî tê darizandin û xwestin bê beraetkirin.    Piştî parastinana şandeya dadgehê diyar kir ku xebatên Taşkin nabin hêmanên sûc û der barê wî de biryara beraetê da.