Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin 2024-05-28 12:39:11   ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê de derheqê 5 parlamenterên HDP’î de îdianame hate amadekirin. Dozger, ji bo her parlamenterekî 38 caran cezayê muebbeta giran xwest.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an, derheqê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Garo Paylan û Pero Dundar de lêpirsîn dabû destpêkirin û niha jî îdianame amade kir.    Di îdianameyê de dozger bi hinceta 29 sûcên cuda ji bo her parlamenterekî 38 caran cezayê muebbeta giran xwest. Îdianame ji 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê re hate şandin.