Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin 2024-05-28 13:58:48   ENQERE - Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî ku “Modela Maarîfê ya Sedsala Tirkiyeyê” weke “li dijî jiyana demokratîk û laîk” şirovekirin, li dijî mufredatê biryara xwe ya xeta têkoşîna hevpar aşkere kirin û xwestin ku mufredatê bi paş ve bikişînin.   Rêxistinên pîşeyî û perwerdehiyê, rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî li dijî “Modela Maarîfê ya Sedsala Tirkiyeyê” ku Wezareta Perwerdehiyê pejirand biryara têkoşîna hevpar wergirtin. Biryar di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ya li Enqereyê hate lidarxistin de hate aşkerekirin.    Serokê Giştî yê Egîtîm Sen’ê Kemal Irmak anî ziman ku li pişt plana mufredatê tarîqet û cemaet hene û xwestin müfredat bi paş ve were şandin û neyê pêkanîn. Irmak, ragihand ku dê şûna mufredata hate qebûlkirin, ji bo li gorî welat mufredatek were çêkirin dê bi rêxistinên girseyî û partiyên siyasî re bernameyeke têkoşînê ava bikin.   ‘NAVEROK LI PIŞT 100 SAL BERÊ YE’    Irmak, bi bîr xist ku nehate aşkerekirin ku dema çêkirina mufredatê de Wezareta Perwerdehiyê bi kîjan saziyan re komxebat kiriye û wiha domand: “Mufredata ku dîroka wê nû ye lê naveroka wê li pişt 100 sal berê ye hate îmzekirin. Wezaretê têkildarî mufredata aşkere kir de hefteyek wext dabû û bi lêv kiribû ku ji pêşniyar, nêrîn û rexneyê re vekiriye. Ji bo mufredata ku dema amadekirina wê 10 sal in dixwast di nava 10 rojan de nêrîn û pêşniyar bên kirin. Me di vê pêvajoyê de bi zelalî dît ku her tişt çiqas xeyalî ye, di xebatên wiha de çiqas necidî ne û tiştên dikin formalite ne û lîstikekê dilîzin.”   ‘DEMILDEST BI PAŞ VE BIKIŞÎNIN’    Irmak, ê mufredat weke li dij derketinekê şirove kir, ev tişt gotin: “Nêzîkatiyên cihekarî, dijberî, tune hesibandin û paşverû derxistine pêş û bi vê mufredatê li ser sedemên li jor hatin rêzkirin dijberiya jiyana demokratîk û liberal hatiye hedefgirtin. Em weke yên îmzeya wan li jêr hene wezîr û desthilatê hişyar dikin û bang dikin ku vê mufredatê demildest ‘bi paş ve’ bikişînin.”   Rêxistin, komele û partiyên ku biryara têkoşîna hevpar girtin û xwestin mufredat bi paş ve were kişandin wiha ne: DEM Partî, CHP, Partiya Çep, EMEP, SYKP, KESK, Egîtîm-Sen, Egît-Der, Meclisa Laîktiyê, Malên Gel (Halkevleri), Federasyona Elewî Bektaşiyan, ÎHD, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Weqfa Çandê ya Haci Bektaşî Velî ya Anatoliyayê, Velî-Der, Ov-Der, Sendîkaya Mamosteyan, Komeleyên Çandê yên Elewiyan.