Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand 2024-05-28 14:22:16 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi boneya sala 6’emîn a rojnameya Yenî Yaşamê peyama piştevaniyê şand.    Rojnameya Yenî Yaşamê ku yek ji domdariya kevneşopiya Çapemeniya Azad e dê di 2’yê hezîranê de aktîvîteya “Yenî Yaşam di sala xwe ya 6’an de dê bi xwendevanên xwe re bê bahev” li dar bixe. Aktîvîte dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Baglarbaşi ya Şaredariya Uskudarê were lidarxistin. Aktîvîteya ku dê saet di 19.00’an de dest pê bike dê bê pere be. Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Baran Bozyel û muzîkjen Kasim Taşdogan dê di aktîvîteyê de derkevin ser dikê.    Ji gelek beşên weke hunermend, parazvanên maf û rojnamevanan têkildarî şevê bangên piştevaniyê hatin kirin. Bangek jî ji Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari hat.    ‘EM Ê PIŞTEVANIYÊ BIDOMÎNIN’    Hatîmogûllari têkildarî şevê ev bang kir: “Ez 6 saliya rojnameya Yenî Yaşamê pîroz dikim. Di demeke ku pêwîstiya me weke nan û avê bi Çapemeniya Azad heye de tevî bedelên giran ên dan, zext, binçavkirin û girtinan; ji Yenî Yaşama ku ji xeta xwe ya weşanê tawîz neda re hem weke xwînerekê hem jî weke siyasetmedarekê spasiyên xwe yên bêdawî pêşkeş dikim. Piştevaniya me ya bi wan re dê heta dawiyê bidome û heta li Tirkiyeyê çapemenî azad bibe dê têkoşîna me bi hev re bidome.”