DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir 2024-05-28 16:34:48   ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Abdûlkadîr Kûday ê ketiye 41 kîloyê were berdan serî li Wezareta Dadê û ÎHÎK’ê da.    Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo berdana girtiyê nexweşê giran Abdûlkadîr Kûday ê ketiye 41 kîloyê serî li Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan (ÎHÎK) da.    Di serlêdanên cuda cuda hatin dayîn de hate bibîrxisitn ku di salên girtina Kûday ên ewil tevî nexweşiyên wî jî sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin û hate diyarkirin ku piştî di sala 2021’an teşhîsa fitika piştê danîn ser emeliyat bûye lê piştî 3 mehan derketiye holê ku teşhîsa xelet danîne ser. Di serlêdanan de hate diyarkirin ku di encama mûayene û tetkîkan de nexweşiya ALS ku dibe sedemê sîstema rehikan nikare hişyariyê bişîne hatiye teşhîskirin û wiha hate gotin: “Di çileya 2022’yan de nexweşiyên mîde yên Kûday ê di çileya 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hate kirin derketin holê. Piştî demekê kete nav nivînan û hate rewşeke ku bi tena serê xwe nikare bijî. Kûday, bi Serdar Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e û di kursiye biteker de jiyana xwe didomîne û Ergîn Aktaş ê her du destên wî ji zendê ve nînin û nexweşê KOAH û tuberkulozê ye di heman qawişê de tê ragirtin.”     Di serlêdanê de herî dawî hate xwestin ku Kûday ê roj bi roj rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe were berdan.