Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye 2024-05-28 16:51:26   ENQERE - Bi hinceta çalakiyên Kobanê der barê 5 siyasetmedarên HDP’ê de îdianame hat amadekirin. Balkêş e her çiqas siyasetmedarên ji Doza Kobanê ya sereke ji kuştina Yasîn Boru û kuştinên din hatibin beraetkirin jî lê ev her pênc siyasetmedar ji heman kuştinan hatine sûcdarkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an der barê parlamenterên HDP’ê yên berê Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kurtulan, Garo Paylan û Pero Dundar de îdianame amade kir. Îdianame ango dozname di 22’yê gulanê de ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re hatiye şandin. Dozname ji 298 rûpelan û du beşan pêk tê. Di 183 rûpelên beşa ewil de cih dane îdiayên “navên maktul û mexdûran.” Di beşa duyemîn de jî cih ji îdiayên der heqê çalakiyên Kobanê de hatiye veqetandin.   ÎDIAYÊN HATINE KIRIN    29 îdiayên cuda hincet hatine nîşandan. Ji her siyasetmedarekî re 38 caran cezayê muebeda girankirî hat xwestin. Bi îdiayên wek, "Xerakirina yekitya dewlet û tevkariya welat”, “37 caran kuştina mirovan” û “31 caran hewldana kuştinê” û 29 îdiayên cuda ji siyasetmedaran re ceza tê xwestin. Bi hinceta van ‘sucan’ hat xwestin her siyasetmedarek bi 38 caran cezayê muebeda girankirî û 19 hezar û 680 sal werin cezakirin.    Hat xwestin îdianameya her pênc siyasetmedaran bi dosyeya doza 72 kesên ji Doza Kobanê ya sereke ku hatiye tefrîkirin bibe yek.    ÎDIAYA KU HATIYE BERAETKIRIN DÎSA DI ÎDIANAMEYÊ DE YE    Di îdianameyê de carek din axaftinên Serokkomarê AKP’yî Erdogan û derdorên HUDA-PAR’ê ku behsa mirinên wê demê dikin, kirine mijara sûckirina siyasetmedaran. Her pênc siyasetmedar jî kirine berpirsiyarên mirina Yasîn Boru jî di nav de ya 37 kesên wê çaxê.    Her wiha hêjayî bi bîr xistinê ye Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 36 siyasetmedar ji heman sûcan dihatin sûcdarkirin. Lê belê di danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku 16’ê gulanê hat lidarxistin de her 36 siyasetmedaran jî ji wan sûcdariyan berat bûbûn.    DI NAV MEXDÛRAN DE CHP JÎ HEYE!   Di îdianameyê de 2 hezar û 764 kes û saizî wek muştekî cih digirin. Di nav muştekiyan de Diyanet û Saziya Goşt û Masiyan û her wiha partiyên wek AKP, CHP, MHP, HUDA PAR jî cih digirin. Balkêş e ku şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol, Edene, Dîlok û Îzmîrê jî di nav muştekiyan de cih digirin.    SÛCDARKIRINA TWÎTÊ HÊ JÎ DIDOME    Nûçeyên di ajansên cuda de hatine weşandin û parvekirina li ser hesabê HDP’ê ya Twitterê ku di 6’ê Cotmeha 2014’an de hatiye belavkirin, di îdianameyê de cih digirin. Di îdianameyê de ev îdia tê kirin; “Li ser van bangan, çalakiyên tundiyê zêde û berbelav bûn û berdewam kirin. Li kuçeyan sûcên ku bûne mijara lêpirsînê hatin kirin.”    REXNEKIRINA QEYÛM Û BÎRANÎNA ROBOSKÊ SÛC E!    Di beşda derheqê Huda Kaya de ku bi hinceta cezayeke din ji 1’ê mijdara 2023’yan ve girtî ye, naverokên 33 nûçeyên di navbera 2015-2020’an de hatine weşandin cih girtin. Di vê beşê de ji bo Kaya îdiaya “Di nava avadaniya rêxistina jinan de cih digirt lewma tev li bûye” hate ki rin. Di nava nûçeyan de li gel hevpeyvînan, her wiha bîranîna Komkujiya Roboskê ku HDP’a Stenbolê di kanûna 2017’an û 2016’an de li dar xistî jî weke delîla sûc hate nîşandan. Her wiha 9 parvekirinên medyaya dijîtal ên Kaya jî di îdianameyê de cih girt. Axaftina Kaya ya “Em qeyûman û tayînkirina wan qebûl nakin” ku di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî polîtîkaya tayînkirina qeyûman de kiribû jî weke “delîl” hate nîşandan.    SÛCDARIYA CIVÎNA KOMÊ   Di beşa Kemalbay de 22 nûçeyên di navbera salên 2015-2020’an de hatine weşandin cih girtin. Nûçeyên têkildarî axaftinên Kemalbay ên di navbera 20’ê gulana 2017’an û 11’ê sibata 2018’an de ku wê demê Hevseroka Giştî ya HDP’ê bû, di îdianameyê de cih girtin. 10 parvekirinên Kemalbay ên li ser medyaya dijîtal jî weke “delîl” hatin nîşandan.    SÛCDARIYA ZIMANÊ KURDÎ   Di beşa têkildarî Kurtalan de parvekirina strana “Bêjin Na” ya li ser medyaya dijîtal ku di dema referandûma guhertina destûra bingehîn a sala 2017’an de HDP’ê weke strana referandûmê bi kar anîbû weke “hêmayê sûc” hate nîşandan.    Kurtulan, li ser hesaba xwe ya twîtterê têkildarî Mîhrîcana Zimanê Kurdî gotina; “Di Mîhrîcana Zimanê Kurdî de careke din banga mezinkirina têkoşîna ji bo zimanê kurdî û çanda kurdî dikin. Kurdî, zimanê bi milyonan kurdan e û divê bi awayekî fermî bê naskirin. Divê bê naskirin û qedexe û astengî bên rakirin.” parve kiribû. Ev parvekirin jî weke “Xwestiye hemwelatiyên bi eslê xwe kurd ji hev cuda bike û dubendiyê ava bike” hate şîrovekirin û weke sûc hat hesibandin.    DOZGER ‘TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ’ WEKE HINCET NIRXAND    Tawanbariyên têkildarî parvekirinên parlamenteran tenê bi vê jî bisînor nînin. Parvekirina Kurtalan a “Li dijî hemû polîtîkayên tundiya li dijî jinan, tacîz û tecawizê rewa dikin, yên nahêlin jin bi nasnameya xwe hebûna xwe bidomîne, yên pişaftinê û xwezayê talan dikin dibêjin ‘Em Xwe Diparêzin.’” Kurtalan jî di îdianameyê de weke “tundiya li dijî jinê weke hincet tê nîşandan û li ser fermana rêxistinê civîn, çalakî û konferans hatine lidarxistin...” hate nirxandin.    NÛÇE Û PARVEKIRINÊN LI SER MEDYAYA DIJÎTAL    Di beşa Fatma Kurtalan, Pero Dundar û Garo Paylan de jî sûcdariyan bi heman rengî hatin kirin. Nûçe û parvekirinên li ser medyaya dijîtal weke sûc hatin nîşandan. Her wiha kesên parlamenteran li ser qeydên HTS’ê pê re hevdîtin kirin jî weke “kesên têkiliya wan bi rêxistinê re heye” hatin diyarkirin.    Di 8’ê Adara 2019’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê çalakiya Roja Jinan a Cîhanê hate lidarxistin û ANF’ê bi nûçeya bi sernavê “Jin dê faşîzmê têk bibin” weşandibû. Ev nûçeye jî di îdianameyê de cih girt. Tawanbarî li Dundar hate kirin û ev îdiaye hate kirin: “Weke ku di daxuyaniya koma qaşo bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin gel hev de jî xuya dike, çalakî veguheriye çalakiya rêxistina terorê.”    ÎDIAYA ‘HEVGIRTINA FIKIR Û ÇALAKIYÊ HEYE’    Di beşa encamê ya îdianameyê de jî derheqê 5 HDP’iyan de cuda cuda nirxandin hate kirin. Di îdianameyê de têkildarî lidarxistina çalakiyên 6-8’ê Cotmehê îdiaya “hevgirtina fikir û çalakiyê heye” hate kirin.    Balkêş e ku tevahiya îfadeyên şahidên eşkere û nepen ên di Doza Kobanê de jî di îdianameyê de cih girtin.    DOZA KOBANÊ YA SEREKE    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 16’ê Gulanê de danişîna biryarê ya Doza Kobanê hate lidarxistin ku 18 girtî bi giştî 108 siyasetmedar dihatin darizandin. Di dozê de li Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş 42 sal, li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag 30 sal û 3 meh cezayê hefsê birî. Dadgehê derheqê 24 kesan de bi giştî 407 sal û 7 meh ceza birî. 36 siyasetmedar ji tawanbariyên mirina Yasîn Boru û îdiayên din beraet kirin.    MA / Firat Can Arslan