Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin 2024-05-29 08:39:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ji hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê xwest ku ji bo hilbijartina nû dîrok were diyarkirin.    Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê ji bo hilbijartinên parlamentoyê ji hikûmeta Federe ya Herêma Kurdistanê xwest ku ji bo hilbijartina nû dîrokê diyar bike. Berdevkê Komîsyonê Cumana Galayî bi daxuyaniyekî anî ziman ku ew ji hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê xwestiye ku ji bo hilbijartinê dîrokekî diyar bikin.    Di sala 2022’yan de li Hêrêma Federe ya Kurdistanê 4 caran dîrok hate diyarkirin û her çar biryar jî ji hêla serokê derbasdar ê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibûn imzekirin. Lê belê yek biryar jî pêk nehat û bi daxuyaniya 12’ê gulanê hatiye kirin ve careke din hilbijartin hatin taloqkirin.    Hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê diviya di 10’ê hezîrana 2024’an de bihata kirin.