Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê 2024-05-29 09:51:37   ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya karkeran ku qeyûm beriya hilbijartinê xistine şaredariyê, ji sedî 75’ê bûdçeya şaredariyê ji bo mûçeyan diçe û wiha got: “Îdia hene ku bi bedela 400 hezar TL’an kes girtine şaredariyê. Yên pere dayîn girtine şaredariyê.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de Şaredariya Cizîr a Şirnexê bi ferqekî mezin bi dest xist. Hevşaredarên Cizîrê Guler Yerbasan Tunç û Abdurrahîm Durmuş weke karê ewil dest bi texrîbata qeyûm li pey xwe hiştî kirin. Li gorî tespîtan, rêveberiya qeyûm 778 milyon TL deyn li pey xwe hiştiye. Qeyûman gelek neguhêzbarên ku park jî di nav de bûn, dewrî saziyên cuda kirin.    Li gel deyn û neguhêzbaran, her wiha derket holê ku qeyûm Nazli Demîr beriya hilbijartinê di nava 2 mehan de 101 kes girtiye kar. Hat zanîn ku ji 101 kesan 65 jê çendek roj beriya hilbijartinê girtiye şaredariyê. Bi girtina karkerên dawî re hejmara xebatkarên şaredariyê derket 765 kesan. Balkêş e ku gelemperiya kesên girtiye kar jî xizmên AKP’iyan e.    Rêveberiya DEM Partiyê têkildarî kesên rêveberiya qeyûm bi awayekî derusûlî girtiye kar, lêpirsîn da destpêkirin. Komîsyonê tespît kir ku bi girtina karkerên dawî re kotaya personelan hatiye derbas kirin lewma piraniya bûdçeya şaredariyê ji bo mûçeyên xebatkaran diçe. Di çarçoveya tespîtên komîsyonê de 63 kesên weke “memûrên bankamatîkê” tên pênasekirin û bi awayekî derusûlî girtine kar, ji kar hatin derxistin.    Medyaya îktîdarê ya ku di serdema qeyûman de di bin navê “xizmeta abonetiyê” de bi milyonan TL pere qezenc kirin, ji ber wergirtinên kar ên şaredariyê xistine zirarê hevşaredar hedef girtin.    Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan, têkildarî wergirtina karkeran a dersusûlî û tespîtên komîsyonê ji ajansa me re axivî.    BERIYA HILBIJRTINÊ GELEK KES GIRTINE KAR    Yerbasan, anî ziman ku qeyûman rê li ber texrîbateke mezin vekirine û wiha got: “Her tiştê aydê şaredariyê hatiye bexşkirin. Heta qeyûm wesayîtên şaredariyê jî daye saziyên nêzî îktîdarê. Mirov dikare bibêje ku tapûya şaredariyê avêtine. Bi karkerên di nava 3-4 mehên dawî de girtine kar re hejmara xebatkarên şaredariyê derketiye 765'an. Pir bi ser kapasîteya şaredariyê re ye. Kapasîteya karkeran a şaredariyê ji sedî 40 e. Lê wan ji sedî 50 derbas kirine. Ev ji bo şaredariyê xetere ye. Herî zêde dikare 500 kes li Şaredariya Cizîrê bixebitin.”    JI SEDÎ 75’Î BÛDÇEYÊ JI BO MÛÇEYAN DIÇE    Yerbasan, da zanîn ku piştî tespîtên komîsyonê neçar mane ku karê hinek kesan bi dawî bikin û wiha pê de çû: “Xebatên komîsyonê yên têkildarî karkeran didomin. Lêkolîn dikin bê ka kesên di demên dawî de girtine kar çi karî dikin, li ku ne û di çi astê de dixebitin. Bifikirin ku ji sedî 75’ê bûdçeya şaredariyê ji bo mûçeyên karkeran diçe.”    ÎDIAYA ‘BI PEREYAN GIRTINE KAR’   Yerbasan, got ku heke piraniya bûdçeyê ji bo mûçeyan biçe wê demê dê di xizmetdayînê de kêmasî çêbibin û ev tişt anî ziman: “Di nava 2 hefteyan de 63 kes ji kar hatin derxistin. Ev kes di nava 4 mehên dawî de girtine kar. Ev kes kî ne? Xizmên namzetê şaredariyê yê AKP’î Omer Yildiz in. Qismek jî alîgirên qeyûm in. Îdia hene ku beriya hilbijartinê bi bedela pereyan kes girtine kar. Tê îdiakirin ku rêveberiya AKP’ê ya navçeyê bi bedela 400 hezar TL’an kes girtine kar. Ev hejmara xebatkaran vê îdiayê piştrast dike. Her kesên 400 hezar TL dane rêxistina AKP’ê li şaredariyê bi cih kirine. Berpirsyarê vê rêxistina AKP’ê û qeyûm bi xwe ne.”   Têkildarî kesên piştî ji kar hatine derxistin çalakî li dar xistin jî Yerbasan wiha got: “Banga min a ji bo wan ev e; mafê we yê rewa qeyûm ji destê we girt, AKP’ê ji we girt. Bi pere û hîleyan hûn girtin şaredariyê û mal û milkê vî gelî talan kirin. Di nava salekê de 778 milyon deyn kirine. Ev henek nîne. 765 xebatkar bi ser kapasîteya şaredariyê re ye.”    PEYMANA TÎS’Ê: MÛÇE DÊ BÛDÇEYÊ DERBAS BIKIN    Yerbasan, got ku qeyûm beriya biçe bi HAK-ÎŞ’ê re Peymana Kar a Komelî çêkiriye û wiha rave kir. “Weke Şaredariya Cizîrê em di bin rîskekî mezin de ne. Her sê mehan carekî yan jî 6 mehan carekî ji bo mûçeyên karkeran zeman dikin. Di nava 5-6 mehan de dê mûçeyê karkeran bibe 100-150 milyon lîre. Heke karker ji bûdçeya şaredariyê bêhtir bigirin, wê demê mimkin nîne em bi vê peymanê bikin.”    'EM JI BO XIZMETA GEL HATINE’   Têkildarî “kampanyaya reşkirinê” ya derheqê şaredariyê jî Yerbasan got ku wan pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin. Yerbasan, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo berê me û gel bidin hev her tiştek kirine. Em bang li kesên ketine vê xefikê dikin ku nebûn amûrên wan. Rewşa şaredariyê li holê ye. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û piştgiriyê bidin şaredariyê. HAK-ÎŞ’ê çendek roj berê li pêşiya şaredariyê daxuyanî da. Hem heqaret li me kir hem jî derew û îftîra kir. Me derheqê van kesan de serlêdana sûc kir. Niha li pêşiya şaredariyê kon vegirtine. Em ê wan asteng nekin. Heke wijdana wan rehet be bila bidomînin. Lê belê vê yekê baş bizanin ku em ê tiştên aydê vî gelî nexin xetereyê. Em ji bo xizmeta vî gelî hatine. Em ê ji vê sekn û helwesta xwe tawîzê nedin.”    MA / Zeynep Durgut