DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da 2024-05-29 12:22:26   ENQERE - DEM Partiyê bi boneya salvegera Komkujiya Çorumê daxuyanî da û wiha got: “Êriş û komkujiyên sîstematîk ên li dijî elewiyan îro jî bi polîtîkayên pişaftin û tunehesibandinê tên domandin.”    Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera Komkujiya Çorumê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 44 sal berê li Çorumê di êrişên nêzî mehekê domiyan de gelek elewî hatine qetilkirin, bi sedan hatine birîndarkirin û dikan û malên elewiyan hatine rûxandin.    ‘KOMKUJÎ BERDEWAM IN’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku derdorên tarî yên di nava dewletê de cih girtin, mîna Komkujiya Mereşê ya di 1978’an de, di 1980’an de jî li Çorumê elewî hedef girtin. Daxuyanî wiha domiya: “Komkujiya Çorumê ku di 29’ê gulanê de dest pê kir û heta 3’yê tîrmehê berdewam kir, weke lekeyeke reş di dîroka Tirkiyeyê de cih girt. Berxwedana gel kir ku komkujî mezintir nebe û encama wê girantir nebe. Komkujî û êrişên sîstematîk ên li Çorum, Mereş û Sêwasê li dijî elewiyan hatine kirin, îro bi polîtîkayên pişaftin û tunehesibandinê tên domandin. Ev komkujî hêj weke roja ewil di bîra her kesên xwedî wijdan de ye. Ji bo ev komkujî careke din neyên kirin, divê hafizeya dîrokî were parastin û bi rastiyê re hevrûbûnek çêbibe. Em hemû canên xwe yên li Çorumê hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û kesên komkujî birêxistin kirin jî lanet dikin. Heta ku civaeke di nava aştî û aramiyê de dijî tê avakirin jî dê têkoşîna me bidome.”