Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê 2024-05-29 12:36:00 ENQERE - DEM Partiyê ji bo rakirina cezayê muebbeta girankirî pêşniyarqanûn da Meclisê.  Serowekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, ji bo rakirina cezayê muebbeta girankirî ku girtî heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de dimînin, pêşniyarqanûn Serokatiya Meclisê. Di pêşniyarqanûnê de hat diyarkirin ku xala “Di dema vî cezayî de bi tu awayî navber nayê dayîn” dike ku girtiyên nexweş neyên tedawîkirin û rê li ber mirina wan vedike.    Di pêşniyarqanûnê de hat diyarkirin ku cezayê muebbeta girankirî di sala 2001’an de li şûna cezayê îdamê hatiye sazkirin û wiha hate gotin: “Ev ceza, cezayê mirinê yê ji demê re hatiye vehêlandin e.” Her wiha hate gotin ku bi vî cezayî re girtî “heta mirinê di hucreya yekkesî de tên ragirtin” û ev yek weke cezayê dermirovî hate nirxandin.    'DIBE SEDEMA MIRINAN’   Bi domdarî hat destnîşankirin ku kesên ev ceza lê hatiye birîn heke girtiyên nexweş bin û ATK raporê bide jî cezayê wan nayê taloqkirin. Hat destnîşankirin ku girtiyên nexweş ji ber vî cezayî nikarin tedawî bibin û ev jî dibe sedema mirina wan.    BIRYARA DMME’YÊ YA JI BO OCALAN HATE BIBÎRXISTIN    Her wiha biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku cezayê muebbeta giran a bêyî mafê berdana bişert weke binpêkirina mafê hêviyê dinirxîne hate bibîrxistin. Hat gotin ku yek ji van biryaran jî DMME’yê di 18’ê adara 2014’an de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû.  Serokwekîlan gotin ku DMME’yê ji bo cezayê muebbeta girankirî pêşniyar ji Tirkiyeyê re kiriye ku mekanîzmayeke ku rê dide tehliyeyê were avakirin.    XWESTIN EV CEZA WERE RAKIRIN   Di dawiya pêşniyarqanûnê de jî hat xwestin ku cezayê muebbeta girankirî bi temamî ji meriyetê were rakirin.