DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve 2024-05-30 09:00:32 RIHA -  DEM Partî li Hîlwanê ji bo hilbijartina xwecihî ya dê roja yekşemê bê dûbarekirin, zend û bendên xwe bada ye. Wê roja hilbijartinê 843 kes ji bo DEM Partiyê li dibistanan û qadê bixebitin.  Li navçeya Hîlwanê ya Rihayê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de DEM Partî bi ser ket. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partî 6 hezar û 960 ray girtin û AKP jî bi 6 hezar û 439 rayan bû partiya duyemîn. Êvara 31’ê Adarê sindoqên hejmara wan 1119 û 1120 ên li Navenda Ciwanan bûn, ji aliyê biraziyê namzetê AKP’ê Mustafa Bayik û grûbek 50 kesî ve hatin şewitandin. Piştî hilbijartinê bi çend rojan dîmenên şewitandina rayan jî derketin holê. Endam û rêveberên AKP’ê ku ray şewitandin, îtîrazî encamên hilbijartinê kirin û xwestin hilbijartin bê nûkirin. Desteya Hilbijartinê ya Hîlwanê, xwesteka AKP’ê anî cih û biryar da ku hilbijartin bê nûkirin.    Parêzer Serdar Tum   XEBATÊN EWLEHIYA SINDOQAN    Ji ber biryara nûkirina hilbijartinê, dê xelkê Hîlwanê roja 2’yê hezîranê dîsa biçe ser sindoqê. Ji bo ku kirinên şeva hilbijartina 31’ê Adarê neqewimin, dê DEM Partî ewlehiya sindoqan bike û li ser ewlehiya sindoqan xebatan dike. DEM Partiyê ji bo 124 sindoqên hilbijartinê 124 wezîfedarên sindoqan amade kir. Her wiha ji bo ewlehiya hilbijartinê dê 400 muşahît û 124 kesên erka wan îtîrazê heye wezîfedar kir. Roja hilbijartinê 2’ê hezîranê herî kêm dê 15 parlamenterên DEM’ê jî li navçeyê bin. Li gel vê yekê jî dê 180 parêzer ew roj ji bo ewlehiya sindoqan bi DEM Partiyê re bixebitin. Ji bo kesên hatine wezîfedarkirin perwerdehiya têkildarî ewlehiya sindoqan jî didome.    'DIVÊ RÊZ JI ÎRADEYA GEL RE BÊ GIRTIN’    Endamê Komîsyona Ewlehiya Hilbijartinê ya DEM Partiyê parêzer Serdar Tum behsa xebatên ewlehiya sindoqan kir û tiştên şeva 31’ê Adarê qewimîn bi bîr xist û got: “Wê şeve rê li ber talûkeyek mezin vebû. Namzetê AKP’ê fam kir ku wê têk biçe, êrişî sindoqan kirin û ewlehiya sindoqan xistin talûkeyê. Wisa kirin ku rê li ber nûkirina hilbijartinê vebe. Biryara hat dayîn jî ne hiqûqî ye.”    Tum destnîşan kir ku wê roja 2’ê hezîranê herî kêm 843 wezîfedar li qadê ango li dibistanan bixebitin û wiha domand: “Tenê ne em, divê gelê Hîlwanê hemû ji bo parastina sindoqan wezîfedar be. Qanûn dibêje her kesê ku raya xwe avêt dikare encaman bişopîne û beşdarî jimartinê bibe. Her kes dikare sindoqa xwe biparêze û xwedî li vîna xwe derkeve.”    ‘WERIN RAYÊN XWE BIDIN’    Tum banga tevlibûna hilbijartinê li gelê Hîlwanê kir û wiha got: “Pêwîste gel kî bijêre divê rêz jê re bê girtin. Lewma her kesê ku mafên mirovan diparêze di 2’yê hezîranê de wek çavdêr li Hîlwanê amade be. Ji bo xwedîderketina li îradeya gel di serî de em li benda baroyan û komele û her kesî ne bên Hîlwanê.”   Tum xwest hilbijêr ên li derveyî navçeyê ne jî bên Hîlwanê rayên xwe bidin û wiha got: “Em gazî her kesên ne li Hîlwanê ne dikin; werin rayên xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin. Em bi hêvîdar in ku tişta roja 31’ê Adarê qewimî vê carê neqewime.”    MA / Emrullah Acar