Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye 2024-05-30 20:14:06   ENEQERE- Nobeda Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 117’an de berdewam dike. Emîneyê careke din daxwaza edeletê kir.   Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeda Edaletê ya Şenyaşar di roja 117’emîn de didome. Lê wek her tim îro jî deriyên wezaretê li malbatê hat girtin.   Çalakiya Sevînç Çakir di roja 38’an d eye   Li aliyê din jî  çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 38’emîn de berdewam kir.   Piştî nobedê Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît re derbasî meclîsê bû.