Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek 2024-05-31 09:05:23 DÊRSIM - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran ku gazî gelê Periyê kir ku di 2'yê Hezîranê de xwedî li vîna xwe derkeve, got: "Em li dor DEM Partiyê bibin xelek."  Ji hilbijartina ku dê li bajaroka Perî ya navçeya Mazgêrt a Dêrsimê ji nû ve bê lidarxistin, 3 roj man. Li Periyêku du serdem in qeyûm tayinî wê hatiye kirin, di hilbijartina 31'ê Adarê de CHP'ê bi 4 rayan bi ser ket. Piştî îtiraza AKP'ê hilbijartin hat betalkirin û biryar hat dayîn ku di 2'yê Hezîranê de ji nû ve bê kirin. Pêkhate û partiyên ku di bin banê Tifaqa Dêrsimê de bûn yek, wê bi navê DEM Partiyê tev li hilbijartinê bibin.    Wê li Periyê 10 sindoq bên danîn. Li dijî binpêkirinan jî 6 parêzer hatin peywirdarkirin. DEM Partî ji bo bi ser bikeve bçnavber dixebite.   Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran   'EM LI DOR DEM PARTIYÊ BIBIN XELEK'   Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran diyar kir ku di 31'ê Adarê de qeyûm ji Kurdistanê hatine şandin û got: "Bi berxwedana Wanê re me tişta ku di sindoqan de bi dest xistibû li kuçeyan parast û rêveberiya qeyûman li kuçeyan belawela kir. Niha jî hilbijartin hem li Curnê Reş hem jî li Periyê tên nûkirin. Perî jî ji bo me navendeke girîng e. Em Dêrsimê wekî DEM Partî tevî gelê xwe bi rê ve dibin. Em ji bo Periyê jî tevî gelê xwe bi rê ve bibin car din namzet in."    Taşkiran destnîşan kir ku têkildarî ewlehiya sindoqan tevdîrên xwe girtine û wiha bang li şêniyên Periyê kir: "Ji bo Perî bibe bajarekî hilberîner û bajarekî bi tendurist pêdivî bi DEM Partiyê heye. Lewma divê em li dor DEM Partiyê bibin xelek."   Taşkiran bang li hilbijêrên li derveyî bajarokê jî kir û got: "Gelek hevalên me yên ji bo xebatê û perwerdehiyê çûne derveyî bajêr hene. Nêzî 15 roj in me xebatên ji bo hilbijêrên li derve zêde kirine. Em dixwazin hemû hevalên me yên li derve bên vir. Dibe ku karê wan zêde be, lê ev ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ye. Em xwedî li vîna xwe derkevin."