Keştiya ku penaberan vediguhêst qeza kir: 2 kes mir in, 4 kes winda ne 2024-05-31 11:56:11   MÛGLA -Li navçeya Bodrûmê keştiya ku penaber lê siwarbûyî bûn, xera bû. 14 kes ji keştiyê hatin rizgarkirin, 2 kes mirin û 4 kes jî hê winda ne.    Li navçeya Bodrûmê ya Mûglayêkeştiya ku penaber vediguhêst, xera bû û bi noqbûna avê re rû bi rû ma. Hat gotin 20 penaber di keştiyê de bûne. 14 penaber hatine rizgarkirin, 6 kes jî ketine behrê. Ji van 6 kesan 2 kes mirin û 4 kes jî hê winda ne. Fermandariya Ewlehiya Peravê ragihand bûyer saet li 02.36’an pêk hatiye, li ser vê îxbar ji wan re hatiye û ji ber lastîkê keştiyê xera bûye û bi talûkeya ku noqî avê bibe re rû bi rû maye.     Ji bo dîtina 4 kesan xebatên lêgerînê berdewam dikin.