Mutalaya doza Hrant Dînk: Ji 10 bersûcan re cezayên giran hat xwestin 2024-05-31 14:43:28   STENBOL - Di danişîna doza der barê wezîfedarên cemaweriyê de ku têkiliya wan bi kuştina Hrant Dînk re hebûye, li 8 kesan 2 caran cezayê muebeda girankirî û li 2 kesan jî cezayê muebeda girankirî hat birîn.    Danişîna doza wezîfedarên cemaweriyê ku têkiliya wan bi kuştina Gernînedeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk re hebûye, hat lidarxistin. Dadgeha bilind der barê 15 bersûcan de bi qismî biryara xerakirinê dabû. Danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Bersûcên girtî Veysel Şahîn, Okan Şîmşek û Gazî Gunay di danişînê de amade bûn, hin bersûc jî bi rêya pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Bersûcan îdia kir ku daxilî bûyerê nebûne.    DER BARÊ 8 KESAN DE 2 CARAN CEZAYÊ MUEBEDA GIRANKIRΠ   Piştî parastina bersûcan dozger mutalaya xwe eşkere kir û ji sûcên “kuştina biqestî ya tesewirkirî” û “binpêkirina qanûna bingehîn” der barê Veysel Şahin, Osman Gulbel, Onur Karakaya, Okan Şîmşek, Mehmet Ayhan, Hasan Durmuşoglu, Gazî Gunay, Alî Oz de ji her yekê re 2 caran cezayê muebedê xwest.    Dozger di mutalayê de der barê Muharrem Demîrkale de jî ji sûcê 'kuştina bi qestî ya tesewirkirî” û û der barê Bekîr Yokuş de jî ji sûcên, “alîkariya kuştina bi qestî ya tesewirkirî” û ''binpêkirina qanûna bingehîn” cezayê muebeda girankirî û ji 22 sal û 5 mehan heta 30 salan ceza xwest.    DER BARÊ 3 BERSÛCAN DE DAXWAZA BERAETÊ    Dozger der barê bersûc Volkan Şahîn, Şukru Yildiz, Mehmet Alî Ozkilinç de jî bi hinceta delîlên teqez û bawerkirî nehatine peydakirin, beraeta wan xwest.    Şandeya dadgehê der barê bersûcan de biryara berdewama girtinê û biryara berdewamiya tedbîra kontrola edlî da. Şandeya dadgehê her wiha ji bo bersûc û parêzer dikaribin li dijî mutalayê parastina xwe amade bikin, biryara dema zêde da û danişînê taloqî 16-17’ê tîrmehê kir.