Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-05-31 15:10:08 ENQERE - Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe ya li Enqereyê hat bibîranîn.    Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) li gel hevala Uta Schneiderbanger (Nûdem) di 31’ê gulana 2005’an de li qesaba Qeladizê ya bajarê Silêmaniyê qezaya trafîkê kiribûn û jiyana xwe ji dest dabû. Ekîn Ceren di 19 saliya salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka Enqereyê hat bibîranîn. Rêveberên DEM Partiyê û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin.    'TÊKOŞÎNA WAN RÊ NÎŞANÎ ME DIDE’    Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat axivî û diyar kir ku Ekîn Ceren û hevalên xwe ji bo têkoşîna azadiya gelan bûne hêvî û mînak û got: “Ew her di dilê me de ne. Têkoşîna wan rê nîşanî me dide.”    'BAWERIYA XWE BI TÊKOŞÎNÊ ANÎ’    Bavê Ekîn Ceren, Nusret Dogrûak jî da zanîn ku keça wî bi îrade û berxwedêr bû û bîranînên keça xwe parve kir. Dogrûak anî ziman ku keça wî di salên 90’î de li zanîngeha Enqereyê tevgera azadiya Kurdistanê nas kiriye û wiha got: “Em tu carî li ber rêya wê da pêşiya xwe nebûn asteng. Wê bi xwe gotibû, ‘Ji bo ez bawer dikim û dixwazim tev li vê têkoşînê dibim’. Divê em dest ji têkoşîna wan bernedin.”    Piştî axaftinan beşdarên bîranînê beybûnên ku Ekîn Cerenê jê hez dikir danîn ser gora wê.