Li Stenbolê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin 2024-05-31 15:47:45 STENBOL - Li navçeya Kuçukçekmeceyê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin.    Li Taxa Yeşîlova ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin. Hate diyarkirin ku bombe ji aliyê kesekî bi motosîkletê hatiye ve hatiye avêtin. Bombe ne teqiya lê kesekî di otelê de bi çekê êrişî kesê bombe avetî kir. Êrişkarê birîndar bûyî rakirin nexewşxaneyê.    Li ser îxbarê polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hate diyarkirin ku motosîkleta êrişkar bikardianî ya diziyê ye. Hate zanîn ku di meha nîsanê de jî bi çekên lüle dirêj êrişî otelê hatiye kirin.