Fîncanci bertek nîşanî girtîgehên ‘tîpa bîrê’ da 2024-05-31 16:47:03   ENQERE - Seroka Giştî ya TÎHV’ê Şebnem Korur Fîncanci balê kişand ser girtîgehên tîpên nû û wek “tîpa bîrê” pênase kir û got: “Girtîgeh bûne navendên îşkenceyê.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi sernavê “Girtîgehên tîpa bîrê” li Navenda Giştî ya ÎHD’ê çalakî li dar xistin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalçi, Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci û gelek kes tev li bûn û di civînê de pankarta “Bila girtîgehên tîpa bîrê bên girtin” hat daliqandin.    'ME HEMÛYAN AVÊTINE BINÊ BÎRÊ’    Şebnem Korur Fîncanci bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan û got her ku diçe ev pirsgirêk zêdetir dibin. Fîncanci destnîşan kir ku girtîgeh bûne navendên îşkenceyê û binpêkirinên mafan û got: “Dema em dibêjin girtîgeh veguherîne bîrê, divê em jî bîra nekin ku di bin bîrê de ne. Em di serdemek ku hemû mafên me ji destên me hatine girtin de dijîn. Konser û belgefîlm û her tişt tê qedexekirin. Em wêneyê 1’ê Gulanê li Stenbolê bînin bîra xwe. Mirov li her deverê bi TOMA û polîsan re rû bi rû dimînin.”    'DI 2024’AN DE DÊ 12 GIRTÎGEHÊN DIN JÎ BÊN VEKIRIN’    Fîncanci bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê grevên birçîbûnê didomin û wiha got: “Yek ji van grevên birçîbûnê ji roja 220’an bihûriye ya din jî di roja 223’an de ye. Girtî di şertên ne baş û bi rîsk de dijîn. Gelo çima? Çimkî li Tirkiyeyê sepanek tîpa nû dest pê kir û ev sepana vê tîpê me ber bi bîrê ve dibe. Em wek parêzvanên mafên mirovan ji vê yekê re dibêjin, ‘girtîgehên tîpa bîrê’. Di destpêka salên 2000’î de dema girtîgehên Tîpa F’yê hatin vekirin, wek girtîgehên tecrîdê hatibûn hûnandin û di nava civakê de belav bûbûn. Lê îro girtîgehên tîpên S û Y ku şert û mercên wan giran in qet nayên bihîstin. Lewma em dibînin ku hejmara girtîgehan bi lez zêde dibin. Wezareta Dadê di sala 2024’an de çêkirina 12 girtîgehan daniye pêşiya xwe. Dixwazin me di nava binçavkirinek mezin de bigirin.”