AYM’ê derbarê Levent ê hatibû qetilkirin de biryara binpêkirinê da 2024-06-01 09:03:43   ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî kuştina Mehmet Emîn Levent ê di dema qedexeyên derketina derve hatiye qetilkirin de biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da.    ‘BIRAYÊ MIN DI PEVÇÛNAN DE CIH NEGIRT’   Xwişka Levent, Hanîfe Levent di ifadeyên xwe de diyar kir ku birayê wê ajokariyê dikir, di roja ewil a qedexeyên derketina derve de piştî xwarinê xwariye derketiye derve. Hediye Levent da zanîn ku birayê wê nehatiye malê û wan jî gotiye qey bi hevalên xwe re maye. Hanîfe Levent destnîşan kir ku ew bi agahîdayina xizmekî xwe çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û cenazeyê birayê xwe teşhîs kiriye.    BIRYARA NEŞOPANDINÊ   Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê di lêpirsîna têkildarî mirina Levent daye destpêkirin de di 5’ê çileya 2018’an de biryara “hewcehî bi peyketinê nîn e” da. Dozgerî di biryara xwe de diyar kir ku “têkildarî endamtiya PKK’ê û KCK tû agahî nehatine peydakirin. Di biryarê de hat diyarkirin ku Levent di operasyonê de ji hêla leşker û polîsan ve hatiye kuştin û ji bo vê yekê jî wiha gotibû: “Li gorî hiqûqê ferman dane wan, û ew jî li gorî rayeya qanûnê daye wan tevgeriyane.”   BIRYARA BINPÊKIRINÊ HATE DAYÎN   Malbata Levent bi ser vê yekê ji Dadgeriya Sûlh Cezayê serlêdana îtîrazê kir. Dozgerî bi hinceta “Ji ber operasyon dom dikirin, di bûyerê de rêgeza hevsengiyê heye” serlêdanê 12’ê adara 2018’an de red kir. Malbat bi ser vê yekê serî li AYM’ê da. AYM’ê di serlêdana bi sernavên “Meşandina lêpirsîna bibandor”, “Binpêkirina azadî û ewlehiya kesî”, “Binpêkirina mafê jiyanê” hatiye kirin de biryara binpêkirinê da.    DADGEH BAL KIŞAND SER REWŞA KUŞTINÊ   AYM’ê îşaret li îfadeyên şahidan, rapora otopsiyê, lêpirsîna li cihê bûyerê bi derengî hatiye kirin, girtînameya derbarê kuştina Levent û biryara Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ya derbarê Levent de bi îdiaya, “hêzên ewlehiyê li gorî qanûnê rayeyê pêk anîne” biryara “hewcehî bi peyketinê nîn e” kir. AYM’ê bal kişand dema bûyer pêk hatiye wiha got: “Dema serlêdana şênber ya derbarê bûyera kuştina di şert û mercên bi talûke pêk hatiye de bûyerên hatine piştguhkirin jî nayê fikirîn.    LÊPIRSÎNA BIBANDOR NEHAT MEŞANDIN    AYM’ê temamkirina lêpirsînê ya 2 sal û 6 meh dom kiriye di hêla demê de baş nedît û nirxand ku divê di demê de kirariyekî ku bandorê li ser lêpirsînê bike nehatiye kirin û da zanîn ku ev rewşe ji bo berpirsyariya meşandina lêpirsîna bibandor de têr nake.    DI HÊLA MAFÊ JIYANÊ DE JÎ BIRYARA BINPÊKIRINÊ   AYM’a ji ber lêpirsînekî bibandor nehatiye meşandin biryara binpêkirinê daye, diyar kir ku di bûyerê de qeydên kamera û bêtêlan, pêkneanîna lêkolîna şehidên bûyerê û lêpirsîna cihê bûyerê nehatine kirin û li gorî madeya 17’emîn a Destûra Bingehîn a derbarê mafê jiyanê de jî “di hêla ûsilê de” biryara binpêkirinê da.    AYM’a serlêdana ji bo binpêkirina azadî û ewlehiya kesane hatiye kirin jî ji ber mekanîzmayên serlêdanê bi dawî nebûne red kir û biryar da ku 120 hezar lîre tezmîtana manewî ji kesên serlêdanê kirine re were dayîn.    Tê payîn ku Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê têkildarî biryara AYM’ê lêpirsînê jinûve bide destpêkirin.    BIRYAR BI PIRANIYA DENGAN HATE GIRTIN   Biryar bi dengên Serokê AYM’ê Kadir Ozkaya û endam Engîn Yildirim, Emîn Kûz û Ridvan Guleç, bi piraniya dengan hate girtin. Endam Yildiz Seferinoglû yê di biryara binpêkirinê ya ji bo Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay de hatibû dayîn de dengê hember bi kar anîbû.   MA / Firat Can Arslan