‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’ 2024-06-01 11:14:21 RIHA - Hevjîna siyasetmedarê kurd Mûhsîn Melîk ê 30 sal berî niha hatiye qetilkirin Senay Melîk anî ziman ku ew ê heya faîl werin darizandin dê şopdarê dozê be.  Siyasetmedarê kurd Mûhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz di 2’yê hezîrana 1994’an de hate qetilkirin. Melîk û Ayyilldiz li navenda Rihayê hatin qetilkirin û ev 30 sal in faîlên wan nehatin dîtin. Melîk li gundê Arapoku ya navçeya navendî ya Eyyubiyeya Rihayê hate dinê, dibistana seretayî, navendî û lîseyê li Rihayê temem kir û di sala 1970’an de Fakulteya Zîraetê ya Zanîngeha Çûkûrovayê qezenc kir. Melîk piştî zanîngehê qedand, mala xwe anî Amed û ji bandora 68’an dema afîşên Ocaxên Şoreşger Demokratîk û Çandê (DDKO) didaliqand, hate girtin û 2 mehan di Girtîgeha Amedê de hate ragirtin. Melîk di Odeya Endezyarên Ziraetê (ZMO) ya Rihayê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê de wek çalak cih girt.    GEF LÊ XWARIN, HEWL DAN BIREVÎNIN   Melîk di Partiya Kedê ya Gel (HEP) de wek avakar, di Serokatiya Partiya Demokrasiyê (DEP) ya Rihayê de, di rêveberiya Navenda Giştî ya Partiya Gel a Demokrasiyê (HADEP) de cih girt û bênavber xebat dan meşandin. Melîk di sala 1980’an de ji Partiya Demokratên Civakî ya Gelparêz (SHP) wek endamê Meclisa Giştî hate hilbijartin. Melîk piştî demekî kin ji SHP’ê dûr ket û di nava avakarên Partiya Kedê ya Gel (HEP) de cih girt. Melîk piştre di nav avakarên Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de cih girt. Di nava xebatan de Melîk rastî gefan hat û hewl dan wî birevînin. Dema hate qetilkirin Melîk endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HADEP’ê bû û her sal gelek hezkiriyên wî û nûnerên partiyên siyasî serdana gora wî ya li ser “Li me xistin ey gelê min, me ji bîr neke” dinivîse ya li Goristana Harran Kapiyê dikin. Hevjîna Melîk, Senay Melîk a şahidiya têkoşîna Melîk kiriye di 30’emîn salvegera wî de qala têkoşîna hevjînê xwe kir.    ‘BAWERÎ DIDA GEL’   Senay Melîk destnîşan kir ku hevjînê wî baweriyê dida gel û wiha axivî: “Kesayetiyekî xurt û têkoşer a Mûhsîn hebû. Bêhnfireh, di rêgezên xwe de bibiryar, di liv û tevgerên xwe de gihiştî û xwedî sebir bû. Ne mirovekî neyînî bû. Di her kêliya jiyanê de hewl dida ku bêyî qusur be. Bi hemû pirsgirêkên civakê re mijûl dibû, bi gel re têkiliyên germ ava dikir û tim bi piştgiriya gel têdikoşiya. Êş, coş, xem û pirsgirêkên gel re mijûlbûnê kiribû pratîka xwe. Ji bo jiyanekî azad, wekhev, aram û birûmet a her kesî xebat dan meşandin. Hemû destkeftî û windakirinên Mûhsîn yên tevahiya mirovahiyê bûn. Di tevahiya jiyana xwe de di têkoşîna xwe ya demokrasî û mafê mirovan de xwedî sekn, fedakar û rast bû ev yek jî baweriyê dida gel. Gel pir jê hez dikir.”    ‘TIM DIHAT ŞOPANDIN’    Senay Melîk anî ziman ku Melîk di têkoşîna xwe ya ji HEP’ê dest pê kiriye heya HADEP’ê gelek caran rastî gefan hat, hate şopandin û hewl dan wî birevînin, telefona wî dihat guhdarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez bi Melîk re rojekî li noterê bûn û gelek kes li wê derê hebûn. Ji min re wiha got, ‘Binêr li pişt min 2 kes hene û min nîşanî yekî din didin. Dema cenazeyê mamê xwe de ferq kiribû ku kesek wî dişopîne. Dîsa carekî hevalê xwe geriya û dê roja paştir, saet 10.00’an hevûdû bidîtana. Mûhsîn di saet 09.50’an ji cihê kar derdikeve û Torosekî spî li pêşiya cihê kar hewl dide ku wî rawestîne. Mûhsîn dizane bê ka dê di Torosa spî de çi bê serê wî, ji wir bi lez derbasî baxçeyê midûrtiya xizmetên gund dibe, walî digere û jê re dibêje ewlehiya canê wî nîn e.”    Melîk da zanîn ku 3 roj berî were qetilkirin wesayîtekî spî heya ber deriyê malê hevjînê wê şopandiye û ew vê yekê hesiyane. Melîk bi bîr xist ku tevî van tiştan jî hevjînê wê dest ji têkoşîna xwe bernedaye.    ‘SERBILIND IM’   Melîk da zanîn ku ew dixwaze faîlên hevjînê xwe derxe holê û wiha derbirî: “Yên ku bi nekarîne bi fikrên wî re têbikoşin, yên ku ji keda wî ya demokrasiyê ditirsiyan çareyê di qetilkirina wî de dîtin. Lêpirsîn di Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) dest pê kir. Me gelek caran serî li darazê da, gelek caran serlêdanên me yên takekesî çêbûn. Herî dawî min serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û dadgeh biryara ‘nayê qebûlkiri’ da. 30 sal in têkoşîna me ya lêgerîna dadê didome. Dê mîrateya têkoşîna Mûhsîn demokrasiyê xurt bike. Ez wek hevjîn û rêhevala wî serbilind im. Heya ku bi doza Mûhsîn Melîk re hevrûbûn pêk were û faîlên wî tên darizandin ez ê bibim şopdarê pêvajoyê.”   MA / Ceylan Şahînlî