Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye 2024-06-01 12:15:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên dawî yên Tirkiyeyê de diyar kir ku êriş rasterast li djiî hewldanên pêkanîna demokrasiyê li Sûriyeyê ye.      Tirkiyeyê duh li bajarên Til Hemîs, Til Koçer û Amûdê yên kantona Cizîrê êrişên hewayî pêk anî. Di encamê de 4 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canê xwe ji dest dan û 11 sivîl birîndar bûbûn.    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş sûcekî din e û berdewama siyaseta qirkirin û dorpêça li ser herêmê ye.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku amranca van êrişan têkbirina îradeya gelan û têkoşîna wê ya demokrasiyê ye.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dijwarbûna êrişan hemwextî amadekariyên hilbijartinên şaredariyan tên kirin û wiha hat gotin: "Ev êrişî di demekê de tên kirin ku pêkhateyên gelê me amadekariyên hilbijartinên demokratîk ên hilbijartinan dikin da ku pêşketineke mezintir a rêvebirina civakê bi dest bixe. Ev êriş kiryarekî derexlaqî ye û êrişeke rasterast li dijî hewldanên pêkanîna demokasiyê li Sûriyeyê û xizmeteke bê berdêl ji bo civakê ye."   Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em ê erkên xwe yên ji bi armanca pêkanîna hêviyên gelê me bi cih bînin. Hemû îdiayên der barê hilbijartinan de kiryarekî rakirina tolê ye. Armanc jê jî rêgirtina li ber avakirina civakeke bi hêz e. Em diyar dikin ku ev hilbijartin gaveke ber bi misogerkirina rêya durist a demokratîkbûneke rasteqîn li Sûriyeyê ve ye. Em siyasetên destwerdêr red dikin; ev hilbijartin biryareke durust a gelê me ye û xebateke navxweyî ya gel e da ku şêwazê xwerêvebirinê bi rêxistin bike."   Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hat kirin ku li ber siyasetên qirkirinê hevgirtina xwe li pêş bixin û bi xurtî tev li hilbijartinan bibin.   Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku helwesta yekbûyî rêya ber bi siberojeke aram û jiyaneke rûmet ve ye.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku aliyên derve kolekirina gelan û rêgirtina li ber pêşxistina îradeya wan armanc dike û ev bang li gel hat kirin: "Divê gelê me bi xurtî beşdarî hilbijartinan bibe û biryara xwe ya azad a demokratîk biparêze. Tevlibûna hilbijartina û serxistina wê serketina dîrokekî ya xurt li hemberî hêzên ku hewl didin îradeya me têk bibin e."   Di dawiyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re hat xwestin û şîfa û silametî ji birîndaran re hat xwestin.