Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan 2024-06-01 13:09:08   STENBOL - Mehmet Emîn Ersoy ê piştî 30 salên girtî hatiye berdan wiha got: “Ji bo azadî were hîskirin divê hemû hevalên me li derve bin.”   Mehmet Emîn Ersoy di sala 1994’an de li Îdirê hate girtin. Ersoy di Dadgeha Ewlehhiyê ya Dewletê (DGM) de bi îdiaya “Yekitî û yekparbûna dewletê xerakirinê” hate darizandin û bi cezayê muebetê hate cezakirin. Ersoy piştî 30 salên girtî ji Girtîgeha Tîpa F y a Tekîrdagê hate berdan.    Tevî malbatê gelek kes Ersoy li pêşiya girtîgêhê pêşwazî kirin.    ‘DIVÊ EM HEVALÊN XWE YÊN LI HUNDIR BIFIKIRIN’   Ersoy li pêşiya girtîgehê axaftinekî kurt kir, destnîşan kir ku heya hemû girtiyên siyasî neyên berdan ew jî dê azad nebe û wiha got: “Derve jî wek kutuyekî girtî ye. Ji bo azadî were hîskirin divê hemû hevalên me li derve bin. Em tenê dikarin azadiyê bi vî awayî hîs bikin. Li gel min diviya çend hevalên min jî bihatana berdan. Yek ji van Ahmet Kaan Aslan bû û bêyî hincet berdana wî 3 mehan taloq kirin. Divê raya giştî hevalên me yên li hundir bifikire.”    Piştî axaftinê Ersoy û malbata xwe ber bi Îdirê ve ketin rê.