Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin 2024-06-01 13:10:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi boneya 49’emîn salvegera damezrandina YNK’ê peyamek belav kir û got; “Em dixwazin nakokiyên navxweyî bi hev re çareser bikin, yek helwestiya me wê parastina mafên me mîsoger bike û ezmûna berê jî ispatkiriye ku parçebûn xizmeta kesê nake.”   Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi boneya 49’emîn salvegera damezrandina YNK’ê peyamek belav kir.   Talebanî di peyama xwe de got; “Ya ku me dema borî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û li hev nêzîkkirina aliyan kirî, wê bi heman awayî dewam bike û em dixwazin aştiyek durî pêşbaziya li herêmê pêk were. Em ê di aştî û jiyana hevbeş de israr bikin, me deriyê karê hevbeş vekiriye û wê hertim wiha bimîne. Em rêzê li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê digirin, em dixwazîn nakokiyên xwe bi hevre çareser bikîn. Pêwîstiya Kurdistanê bi me hemûyan heye, wê yekîtiya me parastina mafê me misoger bike û ezmûnên borî ispatkiriye ku parçebûn xizmeta ti aliyek nake. Pêwîste bi xeyalek mezintir û niştimanperwertir, çavê me li jiyana xelkê û dahata giştî ya Kurdistanê be.”