400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn 2024-06-01 14:04:31   RIHA - Ji şîrînahiya ji xwaringeha TÎGEM’ê hatiye belavkirin zêdetirî 400 karker û malbatan xwe jehrî bûn. dermankirina 80 welatiyan dom dike.    Derket holê ku di xwaringeha Midûrtiya Giştî ya Kargehên Çandiniyê (TÎGEM) ya li navçeya Serêkaniya Rihayê de 30 gulanê zêdetirî 400 karker û malbatên xwe ji ber xwarina hatiye belavkirin jehrî bûn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin roja pêncşemê tevî xwarinê şîrînahî jî hatiye belavkirin û zêdetirî 200 karker ji vê şîrînahiyê jehrî bûne. Li gel ku karker şîrînahiya hatiye belavkirin birine malên xwe malbatên karkeran jî jehrî bûn û hejmara kesên jehrîbûne derket 400 kesan. Zêdetirî 400 welatî bi aciziyên dil rabûn, vereşîn û virikê rakirin nexweşxaneyan. Hat zanîn ku ji 400 welatiyan 80’ê wan di servîsa Dahiliyeyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê hatine razandin.    Dermankirina 80 welatiyan berdewam dike û hat zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.