GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart 2024-06-01 15:36:07   STENBOL - GOÇ-ÎZDER’ê kongreya xwe li dar xist û rêveberiya xwe ya nû bijart. Axiveran di kongreyê de bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇ-ÎZDER) li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a li Şîşliya Stenbolê Kongreya Asayî ya 3’yemîn li dar xist. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û welatî beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de pankarta, “Werin em cîhanek bê sînor, bê şer, bê îstîsmar ava bikin” hat daliqandin.    ‘DIVÊ OCALAN BIGÎHIJE AZADIYA XWE’    Siyasetmedar Mehmet Karadag di kongreyê de axivî û anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji roja hatiye girtin ve bi tecrîdek girankirî re rû bi rû ye û got: “Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û bigihîje azadiya xwe. Rakirina tecrîdê meseleya man û nemanê ye.”    ‘ŞER KOÇBERIYÊ TÎNE’    Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî jî bal kişand ser koçberiya kurdan a di salên 90’î de ji Kurdistanê ber bi metropolên Tirkiyeyê ve û da zanîn ku şer koçberiyê bi xwe re tîne û xwest dawî li polîtîkayên şer û koçberiyê bê anîn.      Raporên xebatê û maliyê yên komeleyê hatin xwendin. Kamîle Kandal û Abdullah Kiliç ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin.