Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn 2024-06-01 17:17:18   ENQERE - Nobeta Edaletê ya Done Kaya ya bi daxwaza “darizandina adîlane” hatiye destpêkirin li Guvenparkê dom kir.   Done Kaya di erheja 6’ê sibatê ya navenda wê Mereş bû de ji malbata xwe 4 kesan winda kir. Nobeta Edaletê ya Kayayê ya bi daxwaza “darizandina adîlane” di hefteya 5’emîn de dom kir.    Done dovîzên li ser “Bila personelên cemaweriyê bên darizandin”, “Qûrbanî di bin erdê ne, kujer li kû ne” hilgirt û ji bo dozên erdhejê banga piştgiriyê kir.    ‘DARIZANDIN BI KURSIYÊN VALA YÊN BERSÛCAN DEST PÊ KIR’   Kaya destnîşan kir ku bi ser erdhejê re 481 roj derbas bûn û wiha axivî: “Ez di 5’emîn hefteya çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê de me lê belê hêj jî edalet nehat pêkanîn. Min di erdheja 6’ê sibatê de dayika xwe, xwişka xwe, birayê xwe û biraziya/ê xwe ya/ê 9 mehî winda kir. Lê belê ji ber vê yekê kesek tenê tê darizandin û li gorî min tekane sûcdar ne ew bi tenê ye. Ez dixwazim ji asta herî jêr heya asta herî jor hemû personelên cemaweriyê werin darizandin. Duh doza erdhejê hat lidarxistin û hemû sûcdar hatin berdan. Sûcê sûcdaran bi raporên kesên zana diyar bû. Bi kursiyên vala yên bersûcan darizandin hat lidarxistin. Edaletê hêj jî pêk nehatiye. Ji bo ku heman sûc di erhejekî siberojê de jî dernekevin pêş divê em hemû piştgiriyê bidin van dozan. Bila em carekî din heman êşan nekêşin.”