ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-02 09:00:20   * Der barê hunermendên ku li Sêrtê di çarçoveya 8'ê Adarê de stran gotin û Dayika Aştiyê ya ku axivî de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin.    * Endamên Grûp Yorûmê Vedat Dogan û Rezzan Şengul ku ji ber di hucreya yekkesî de ne û mafên wan ên bingehîn tên astengkirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Şengul û Dogan daketin biniya 50 kîloyî.    * Li navçeya Artemêtan a Wanê zarokê bi navê A.K. ê 17 salî gava ji bo dagirtina tonerê çû dibistanekê ji aliyê 2 kesên kincên leşkeran li wan hat desteserkirin û bi saetan hat lêpirsînkirin. Zarokê ku sîxurtî lê hat ferkirin giliyê wan kesan kir.    * Hevkoordînatora Giştî yê RÛMÛD'ê Zeynep Demîr Akçerê ku bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistanê got ku mexdûrên herî mezin ên van polîtîkayan zarok in.    * Gel dê li 3 navçe û 4 bajarokên ku YSK’ê biryar dabû hilbijartin lê bên nûkirin, dê biçe ser sindoqan. (08.00-17.00)    * Siyasetmedarên kurd Mûhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz ên li Rihayê hatibûn qetilkirin dê li Goristana Harran Kapiyê bên bibîranîn. (10.00)    * Bi tevlibûna Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Berpirsyar Mehmet Ruştu Tiryakî û hevşaredaran re dê têkildarî tedbîrên tesarûfê li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin daxuyanî bê dayîn. (13.00) ZINDΠ   * Li Stenbol û Îzmîrê dê li dijî pêşnûme qanûna ku ji bo heywanên kolanan bên qetilkirin tê derxistin mitîng bên lidarxistin. (13.00-15.00)    * Malbatên girtiyan dê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)    * Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo dê li Harbiye Çayiriyê aktîvîteyekê li dar bixe. (14.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê di roja 120’emîn de li ber Wezareta Dadê berdewam bike. (15.00-17.30)    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tevli bernameya bîranîna Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema çalakiyên Geziyê de hatibû qetilkirin a li Eskîşehîrê bê lidarxistin bibe. (16.00-18.00) ZINDΠ   * Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dê li Amedê berdewam bike. (17.00)    * Rojnameya Yenî Yaşamê dê bi boneya 6’emîn salvegera damezrandina xwe li Navenda Çand û Kongreyê ya Baglarbaşi ya Şaredariya Uskudarê aktîvîteyekê li dar bixe. (19.00) ZINDÎ