Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne 2024-06-02 09:04:09   STENBOL - Endamên Grûp Yorûmê Vedat Dogan û Rezan Şengul ku ji ber di hucreya yekkesî de ne û mafên wan ên bingehîn tên astengkirin, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Şengul û Dogan daketin biniya 50 kîloyî.    Endamê Grûp Yorûmê Vedat Dogan ku di meha Sibatê de hat girtin, ji Girtîgeha Kirşehîrê nameyek ji ajansa me re şand. Dogan di nameya xwe de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Dogan ragihand ku di hucreyeke yekkesî de ye û mafên wî tên astengkirin û got ku çalakiya wî ya greva birçîbûnê ya ku di 3'yê nîsanê de bi daxwaza sewqkirinê daye destpêkirin didome.    Dogan diyar kir ku ji ber ku stîckera bi navê "Grûp Yorûm di greva birçîbûnê de ye! Haya wê jê heye?" daliqandiye hatiye girtin û got ku şert û mercên ew tê de ye yên kesên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn e. Dogan di nameya xwe de got: "Ez û gîtarîstê me Rezan Şengul li blokên cuda û di hucreyên yekkesî de tên girtin. Nahêlin em bên cem hevdû. Paceya hucreya min bi têlan hatiye girtin. Ez tenê rojê saetekê dikarim derkevim hewadariyê."   Dogan anî ziman ku ji ber şert û mercên tecrîda li girtîgehan qebûl nakin di greva birçîbûnê de ne û got: "Endamên me yên din Rezan Şengul, Cem Dûrsûn, Cemîl Kûrt û hevalên me Oktay Kelebek, Alîşan Gul, Nûrettîn Kaya û Mûammer Kaya jî li girtîgehên cuda di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê ya Nûrettîn Kaya di roja 225'an de ye û tenduristiya wî di asteke krîtîk de ye. Ez û hevalê xwe Rezzan Şengul daketin biniya 50 kîloyî. Em di daxwaza xwe ya sewqkirinê de bi israr in. Em vê bêedaletiyê qebûl nakin."