Şerê taybet berê xwe daye zarokan 2024-06-02 09:05:26 AMED - Hevkoordînatora Giştî yê RÛMÛD'ê Zeynep Demîr Akçerê ku bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ê li Kurdistanê got ku mexdûrên herî mezin ên van polîtîkayan zarok in.  Li bajarên Kurdistanê her roj bi destê desthilatê polîtîkayên şerê taybet tên berbelavkirin. Desthilat bi van polîtîkayan hewl dide civakê dejenere bike û wan ji polîtîkayê dûr bixe û xwesteka wan a azadiyê tune bike. Ev polîtîka, li hemberî dînamîkên bajêr zarok, ciwan û jinan tên pêkanîn.    Koordînatora Akademoya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen û Hevkoordînatora Giştî ya Komeleya Hêviyên Rengîn (RÛMÛD) Zeynep Demîr Akçerê polîtîkayên şerê taybet ên li ser zarokan tên meşandin nirxandin û got ku bi taybetê zarokên kurd çawa tên dinyayê rastî van polîtîkayan tên.  Hevkoordînatora Giştî yê RÛMÛD'ê Zeynep Demîr Akçer   Akçerê bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên der barê zarokan de û got: "Tirkiye bi duduilî nêzî hin xalên Peymana MAfên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bûye. Ev xal jî, bi piranî zarokên kurdan eleqedar dikin. Ev xal, der barê hînkirina zimanê zikamkî û çandê de ne. Yanî bi temamî dixwazin ev zarok bi ziman û çanda hegemon mezin bibin. Zarokên wiha mezin dibin jî, ji kesayetiya xwe dûr dikevin."    Akçerê destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet awayê herî berbiçav ên vê yekê ne û got ku ew ji bo Tirkiye dest ji vê dudiliya xwe ya ji bo hin xalên Peymana Mafên Zarokan a NY'yê berde têdikoşin.    Akçerê da zanîn ku wekî RÛMÛD'ê li Sûrê di gelek waran de ji bo zarokan xebatên perwerdehiyê dimeşînin û got: "Em di dema perwerdehiyê de bi zelalî dibînin ku bê polîtîkayên şerê taybet texrîbateke çawa li ser zarokan hiştiye. Ev yek dibe sedema travmayan. Ji lew re gava zarok tê qada me ewilî bi hevrûbûynekê û nakokiyê re rû bi rû dimîne." Akçerê bibîr xist ku Hêlîn Hasret Şen di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de mafê wê yê jiyanê hatiye binpêkirin û got: "Li herêma me gava mafê jiyanê yê zarokan tê binpêkirin em bi bêcezatî û xelatkirinê re rû bi rû dimînin."    Akçerê têkildarî tiryakê jî axivî û diyar kir ku li van deran ev polîtîka tên teşwîqkirin û got ku li ber dibistanan firotina tiryakê zêde bûye.   Her wiha Akçerê pêşbaziya Teşkîlata Îstxibaratê ya Neteweyî (MÎT) bibîr xist ku di 23'yê Nîsanê de ji zarokên 5-14 salî xwestiye bi peyvên "ewlehî", "îstixbarat" û sîxurê veşarî" wêne yan jî nameyekê binivîsinin û got: "Me wê gavê jî daxuyand ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Qaşo xebatekê dikin û îdia dikin ku ew bi vê zarokan daxilî nava civakê dikin, lê a rast hebûna MÎT'ê bi xwe ne rewa ye. Bi vê dixwazin zarokan bikin sîxur û baweriya di nava civakê de qels bikin."