Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye 2024-06-02 12:43:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Curnê Reş û Periyê ji bo hilbijartinên hatin nûkirin deng dayîn didome. Gelek welatî ji bajarên cuda hatin bajêr û dengê xwe didin. Balkêş e ku eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye.    Dengdayîna li navendên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryara dubarekirina hilbijartinê dabû didome. Li navçeyên Curnê Reş a Rihayê, Pinarbaşi ya Kayseriyê û Guzelyurt a Aksarayê û li bajarokên Guneykaya ya Yildizelî ya Sêwasê, Buyukkariştiran a Luleburgaz a Kirklareliyê, Perî ya Mazgêrt a Dêrsimê û Saglik a Aksarayê hilbijêr çûn ser sindoqan.    LI CURNÊ REŞ ELEQEYEKE ZÊDE HEYE   Li navçeya Curnê Reş a Rihayê eleqeyeke zêde ji bo dengdayînê heye. Li navçeyê 54 jê navend, 70 jê gund û yek jî gerok bi giştî 125 sindoq hatin danîn. Li Navenda Ciwanan ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de AKP’iyan sindoq lê şewitandibûn sindoq nehatin danîn. Hilbijêrên di hilbijartina berê de li vir dengê xwe dabûn, li Dibistana Seretayî ya Mûstafa Kemal ali gundê Karacurunê dengê xwe didin. Di heman demê de li Dibistana Navîn a Fatîh Sûltan Mehmet û Dibistana Amadehî ya Şaîr Nabî ku Ezmûnên Ketina Dibistanên Amadehî (LGS) lê lidarxistin jî sindoq nehatin danîn.    15 parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek rêxistinên civaka sivîl û hiqûqnas ji bo şopandina hilbijartinê hatine navçeyê. Heta niha jî li navçeyê tu rewşên neyînî derneketine holê. Eleqeyeke zêde ji bo hilbijartinê heye. Li gelek dibistanan hilbijêr ji bo dengdayînê ketine dorê.    PAYDAŞ BANG LI HILBIJÊRAN KIR   Namzetê Hevşaredariya Curnê Reş Serhan Paydaş da zanîn ku li ser hemû sindoqan peywirdarên wan hene û wiha got: “Em li qadê ne. Kontrola hemû sindoqan di destê me de ye. Me tevdîrên ewlehiyê girtin. Heta niha jî tu rewşên neyînî nînin. Hilbijartineke dîrokî ye. Divê her kes biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Dema dengê xwe dan jî heta sindoq tên girtin jî bila xwedî li îradeya xwe derkevin. Dema sindoq hatin girtin jî bila her kes li dora dibistanan xwedî li sindoqan derkevin.”    Hevberdevkê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê Bekir Benek jî got ku dê dengdayîn heta saet 17.00’an bidome û ev bang kir: “Xelkê Curnê Reş xelkekî birûmet e. Em dixwazin kesên hêj dengê xwe nedane biçin dengê xwe bidin.”    Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî da zanîn ku heta niha tu rewşên neyînî rûnedane û ev tişt anî nziman: “Tevlibûneke xurt heye. Divê ev tevlibûn bidome. Divê vê zîhniyeta zordest em bi hev re biguherînin. Divê her kes li dijî zilm û neheqiyê xwedî li îradeya xwe derkeve.”    JI BO DENGÊ XWE BIDE JI OSMANIYEYÊ HAT NAVÇEYÊ    Ji hilbijêran karkerê demsalî Bekir Acemoglû ji bo dengê xwe bide ji Osmaniyeyê hat û got ku gelek kedkarên mîna wî ji bo dengê xwe bidin hatine. Acemoglû, wiha got: “Em ji bo piştevaniya bi DEM Partiyê re hatin. DEM Partî partiya me ye. Çend caran betal jî bikin em ê dîsa bên. Em ê bi ser kevin. Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.”    LI PERIYÊ JÎ ELEQE ZÊDE YE   Li bajaroka Perî ya navçeya Mazgîrt a Dêrsimê jî eleqeyeke zêde heye ji bo hilbijartinê. Li Lîseya Anatoliyayayê ya Şehîdên 15’ê Tîrmehê û Dibistana Navîn a Periyê deng dayîn didome. Welatiyên ku dengên xwe didin, xwestin ku pirsgirêkên li bajarok dijîn bên çareserkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû û kesên pê re ji bo ewlehiya sindoqan li dibistanan geriyan.