ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist 2024-06-02 13:28:49   MÊRSÎN - ÇUKAY-DER’ê kongreya xwe ya asayî ya yekemîn li dar xist û rêveberiya xwe ya serdema nû diyar kir.    Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Çukurovayê (ÇUKAY-DER) 1’emîn Kongreya Asayî li eywaneke li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li dar xist. Hevşaredarên Akdenîzê, rêveberên rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û gelek welatî tev li kongreyê bûn.    Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî. Bozan, wiha got: “Sedema hatine me ya vê derê, meşa di rêya wan de ye. Çawa ku malbatên wan di rêya wan de meşiya bin, em soz didin wan ku em jî dê di rêya wan de bimeşin. Em jî dibêjin ku nirxên wan di rêya têkoşîna azadiyê de winda kirin, her wiha nirxên me jî yên herî pîroz in. Ji bo têkoşîna azadiyê ya ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirin bi ser bixin, em soz didin ku dê heta dawiya emrê xwe têbikoşin.”    'JI BILÎ ISRARA DI ÇARESERIYÊ DE TU RÊ NÎNIN’    Bozan, bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiya meha 39’emîn û wiha pê de çû: “Heke îro li welêt krîzeke mezin a aboriyê hebe, yek ji sedemên wî jî israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Heke rêveberên vî welatî bi rastî jî 85 milyon hemwelatiyên vî welatî bifikirin, wê demê divê tecrîda li ser birêz Ocalan rakin û bi birêz Ocalan re dest bi muzakereyên yekser bikin. Ji bilî israra di çareseriyê de tu çareserî li pêşiya gelên vî welatî nînin. Lewma em di guftûgo, çareserî û aştiyê de israr dikin û em soz didin ku dê israra xwe ya di siyaseta demokratîk de bidomînin.”    RÊVEBERIYA NÛ HATE QEBÛLKIRIN   Piştî axaftinan jî ji yek lîsteyê hilbijartin hat lidarxistin. Di lîsteyê de van kesan cih girt: “Bahattîn Bektaş, Guler Koştî, Rakîp Akcan, Bêrîvan Akin, Yûsûf Aydin, Mehmet Demîr, Emîne Kaya, Bedran Adiyaman, Alî Erez, Zarîfe Aslan, Fatma Polat, Omer Aksu, Bedrî Kuran, Mehmet Hazar, Gule Kaya, Yakup Demîrbaş, Remziye Ekîncî, Mehmet Karaoglan û Mehmet Nûrî Balta.”