DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir 2024-06-02 15:19:32   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê ji bo hilbijartinê bang li xelkê navçeya Curnê Reş kir û got: “Em dengê xwe bidin û xwedî li dengê xwe derkevin.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hilbijartina li navçeya Curnê Reş a Rihayê daxuyanî da. DEM Partiyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Xelkê Curnê Reş dê nehêle îradeya wan were xespkirin. Me şaredarî bi ferqekî mezin bi dest xistibû û ji bo serkeftinê çendek saet mane. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li gorî vê yekê bihestiyar tevbigerin ûn biçin dengê xwe bidin.”