Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’ 2024-06-02 15:36:28 STENBOL - Fînce Akman a di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de bertek nîşanî dorpêça polîsan da, wiha got: “Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne. Em her hefte li vir in. Em li ser şopa doza xwe ya mafdar in.” Çalakî û aktîvîteyên ku bi daxwaza rakirina tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêkanîna azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin didomin. Li Stenbolê malbatên girtiyan di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatin bahev. Endamên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.   ‘EM HER HEFTE LI VIR IN’    Polîsan hemû rêyên diçin girtîgehê dorpêç kirin û meşa malbatên girtiyan jî asteng kirin. Yek ji malbata girtiyan Fînce Akman a bertek nîşanî dorpêça polîsan da wiha got: “Em 50 roj in ji zarokên xwe agahiyê nagirin. Ne telefon heye ne name ne jî hevdîtin. Hûn çima wisa dikin? Em xwedî li zarokên xwe derdikevin. Ji ber wê yekê em her hefte li vir in.”   Akman a bi gotina “bêşerm” bertek nîşanî polîsekî di dema gotina wê de keniya da, wiha domand: “Hûn qet şerm nakin? Hûn dibêjin Tirkiye welatekî ‘misilman’ e. Lê tu ferqa we ji Îsraîlê nîne. Em li vir weke Filistînê lê hatine. Em heta dawiyê li ser şopa doza xwe ya mafdar û rewa ne.”   Di çalakiyê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.