DEM Partî li Hîlwanê li pêş e 2024-06-02 20:03:53 RIHA - Li Hîlwanê di hilbijartina dubarkirî de li gorî sindoqên ku vebûne DEM Partî li pêş e.    Li navçeya Hîlwana Rihayê hilbijartina xwecihî îro hat dubarekirin. Jimartina rayan li navçeyê didome. Ji sedî 50 sindoq vebûne. DEM Partiyê di hilbijartina 31’ê Adarê de bi 521 rayan bi ser ketibû. AKP îtîrazî encama hilbijartinê kiribû û li ser daxwaza wê hilbijartin hat nûkirin. DEM Partî çawa di 31’ê Adarê de li pêş bû, îro jî li pêş xuya dike.   Xelkê Hîlwanê jî li ber avahiya DEM Partiyê kom bûye û li benda encamên hilbijartinê ye.