Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir 2024-06-02 21:53:13 STENBOL - Rojnameya Yenî Yaşamê bi şahiyekê salvegera xwe ya 6’emîn pîroz kir. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di şahiyê de got: “Ev çîrok 126 sal berê li Qahîreyê dest pê kir, îro jî bi Yenî Yaşamê berdewam dike. Ev rêwîtî wê berdewam bike.”  Rojnameya Yenî Yaşamê salvegera xwe ya 6’emîn li Navenda Çandê û Kongreyê ya Baglarbaşiyê ya Şaredariya Uskudara Stenbolê bi şahiyekê pîroz kir. Şahî bi dirûşma “Yenî Yaşam di 6 saliya xwe de bi xwînerên xwe re tê cem hev” hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, siyasetmedar Sebahat Tuncel û gelek nûnerên rêxistinên siyasî û rêxistinên sivîl, gelek rojnamevan û welatî beşdarî şahiyê bûn. Posterê Gurbetellî Ersoz li eywana şahiyê hat daliqandin. Kêf û coşa beşdaran jî xwe da nîşandan û bê navber dirûşmên “Şehîd namirin” û “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin.    Şahiyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên çapemeniya azad û têkoşîna azadiyê dest pê kir. Sînevzîyona ku qala dîroka Çapemeniya Azad dikir hat nîşandan.    JI ÇÎÇEK PEYAM    Xwediyê Îmtiyazê yê Yenî Yaşamê û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek peyamek bi vîdeo şand şahiyê. Çîçek bal kişand ser kevneşopiya Çapemeniya Azad ku bi salane didome û got: “Yenî Yaşam di heman demê de Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad e.”    Di şahiyê de peyama ku li ser navê rojnameya Xwebûnê ji Amedê hatibû şandin jî hat xwendin.    WÊ DENGÊ ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ OLAN BIDE    Gerînendeyê Weşana Giştî ya  Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî anî ziman ku Çapameniya Azad tevî hemû pêvajoyên giran û zehmet jî dîsa xwe afirand û hebûna xwe berdewam kir û wê Çapemeniya Azad her dengê ‘Jin jiyan azadî’ ragihîne.    ‘PÊNÛSA WÎ DI DESTÊ WE DE YE’      Keça rojnamevan û rewşenbîrê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter), Rehşan Anter jî peyamek ji bo şahiyê şand û peyama wê hat xwendin. Anter destnîşan kir ku deng û pênûsa Apê Mûsa îro di destê şagirtên wî de ye û îro bi hezaran rojnamevanên kurd dengê wan didin ragihandin.    ‘EV ROJNAMEYA ME YE’    Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz jî got: “Ev rojnameya me ye. Ew dengê me nede ragihandin kes nade ragihandin. Dibe deng û awaza me. Bi saya wan dengê me tê bihîstin. Em li van kolanan lêdanê dixwin, bi saya wan em tên dîtin. Ev kevneşopî ji xwîn û xwêdana Apê Mûsa û cangoriyên me yên din tê. Em ê her daîm li cem wan bin.”    AYKOL BANG LI CIWANAN KIR    Rojnamevan Huseyîn Aykol jî diyar kir ku pêwîste ciwan di Çapemeniya Azad de bixebitin û got: “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin.”    ‘EM Ê JIYANA NÛ AVA BIKIN’      Siyasetmedar Sebahat Tuncel jî ku hê nû ji girtîgehê hat berdan wiha got: “Ku li vî welatî rojnamevan ne azad bin, meriv nikare behsa demokasiyê bike. Li girtîgehê Yenî Yaşamê ji me re nedianîn. Her çiqas me daxwazname dida jî lê nedidan me. Yenî Yaşam dengê me digihand derve. Bê jiyana nû nabe. Em ê jiyana nû ava bikin. Ez hemû cangoriyên Çapemeniya Azad bi bîr tînim.”    Tuncel bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Ocalan û got: “Gelê kurd wê azad bibe. Em ê bi ser bikevin. Wê têkoşîna me bidome. Silav li hemû têkoşer û berxwedêran be.”    KIŞANAK PEYAM ŞAND   Siyasetmedar Gultan Kişanak jî ku di demek nêz de ji girtîgehê hat berdan, peyamek bo pîrozbahiya Yenî Yaşamê şand.   ‘HER BIJÎ JI YENÎ YAŞAMÊ RE’    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî axivî û bal kişand ser berxwedana xebatkarên Çapemeniya Azad û wiha got: "Wext hat li Qers, li Sêrtê li ber xwe dan. Bi jinan re, bi xwendekarên zanîngehê re, bi gotineke din, bi hemû gelan re bû û deng û rengê wan ragihand. Ji ber vê yekê em ked û berxwedana rojnamevanên îtîrazî vê pergalê dikin û heqîqetê dinivisînin pîroz dikin. Her bijî ji Yenî Yaşamê re. Ev çîrok 126 sal berê li Qahîreyê dest pê kir û îro jî bi Yenî Yaşamê berdewam dike. Şehîdên Çapemeniya Azad; Cengîz Altûn, Rohat Aktaş, Ferhat Tepe, Gurbetellî Ersoz û bi dehan rojnamevanên din hezar silav li we be û me we ji bîra nekiriye. Em bejna xwe li ber têkoşîna we ditewînin. Hezar silav li rojnamevanên ku îro têkoşîna we didomînin be jî. Rêya we vekirî be. Ez wek xwînerek we û hevserokê partiye her tim li cem we bim û piştevaniya web ikim. Bijî çapemeniya azad, bijî jiyana nû.”     Şahî bi konsera hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel û hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû.