Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber 2024-06-03 12:11:39 ENQERE -  Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li ber deriyê hemû şaredariyan dest bi çalakiya nobetê ya bênavber bikin.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li navenda giştî ya partiya xwe bi awayekî awarte civiya. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî civînê, civîna çapemeniyê li dar xist.    Koçyîgît a destnîşan kir ku biryara tayînkirina qeyûm biryareke siyasî ye, diyar kir ku daraz bûye amûra siyasetê û got: “Ji wezîfeyê girtin, xespkirina vînê û darbeya li dijî demokrasiyê ya bi çêkirina qanûnî yek ji sûcên herî tirsnak e ku vê sedsalê ji aliyê vê desthilatê ve hatiye kirin.”   Koçyîgît, îşaret kir ku bi operasyonên ferasetê civak tê manîpulekirin û wiha domand: “Tirkiye ji aliyê feraseteke partiyê ve tê birêvebirin ku xwe ji destûra bingehîn jortir dibîne. Desthilateke ku dema dixwaze hilbijartinê pêk bîne û dema dixwaze qeyûman tayîn bike Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Lê tiştek heye ku li ber çavan nagire. Ew jî rastiye ku gel demokrasî ji destê wan wergirtî ye.”    ‘HIQÛQA OHALÊ YE’    Koçyîgît, destnîşan kir ku gelê kurd di hilbijartinan de feraseta darbekar û qeyûm malaştin û avêtin sergoyî û wiha domand: “Bi biryara qeyûman re deshilatê dest bi hilanîna tola têkçûna di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji şaredariyên me girt. Ewilî tevî hevşaredarê me birêz Abdûllah Zeydan ê li Wanê hate hilbijartin mafên xwe yên memnu wergirtibûn jî kemînek li ber danîn û mazbetaya wî nedanê. Gelê Wanê xwedî li vîna xwe derket û tişta ku aydê wî bû paş ve wergirt.”   Koçyîgît, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm bi awayekî aşkere êrişa li dijî vîna gel e û ev tişt gotin: “Ev hiqûqa OHAL’ê ye. Xespa vînê ya bi KHK’ê anîne îro bi darbeyên siyasî hêj weke polîtîkayên çewisandinê tên bikaranîn. An ku OHAL’a kurdan qet naqede, OHAL’a li dijî kurdan qet bi dawî nabe. Em çiqad di siyaseta demokratîk de israr bikin desthilat jî hewl dide em dest ji vê israra xwe berdin. Vir û derewên asayîbûnê bi rojan e didomin. Ev e asayî bûn? Ev e gava ewil a ji bo destûra bingehîn a demokratîk we avêtî? Îdiaya normalbûnê ya desthilata AKP’ê û MHP’ê têk çûye.   Îdiayên destûra bingehîn di bin kavilê qeyûm de ma, careke din derket holê ku îdiaya destûra bingehîn a nû û normalbûn kurdan nagire nava xwe. Hevalên me ji bo texrîbata qeyûmên di nava zewq û sefayê de dijiyan li pey xwe hiştine tamîr bikin milên xwe dane hev û ji çar milan ve dest bi xebatê kirine. Em hemû baş dizandin ku ji xwe siyaseta qeyûman têk çûye û qeyûman ji bilî bertil, nelirêtî, xwedîderketina alîgiran û dijminatiya li dijî kurdan pêvetir tiştek weke mîrate nehiştiye.”   LI HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ HATE KIRIN    Koçyîgît wiha berdewam kir: “Ev darbe li hemû hêzên demokrasiyê û azadiya dengdayîn û hilbijartinê hatiye kirin. Divê hemû rayagiştî têkildarî mijarê berteka xwe di asta herî jor de nîşan bide. Ji partiyên siyasî heta civaka sivîl, ji rewşenbîr û hunermendan heta hemû kesên dilê wan ji bo demokrasiyê lê dide divê li dijî vê bêhiqûqiya qeyûman deng derxîne. Divê nîşan bide ku li cem vîna gelê Colemêrgê ne. Heke em carekê destûrê bidin ku tiştên di hilbijartinên 31’ê adarê de winda kirine bi rêya qeyûman jinûve bi dest bixin; ne zehmete ku texmîn bikin ka dê êrişa li Colemêrgê dest pê kir û pêla xespê li ku encam bigire.”   BIRYARA ÇALAKIYA BÊNAVBER    Koçyîgît, hin biryarên di civîna MYK’ê de hatin wergirtin jî parve kirin. Koçyîgît, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez radigihînim ku ji bo parastina demokrasiya bê navber, parastina vîna gel û parastina şaredariyên xwe, li dijî vê polîtîkaya qeyûm ku veguheriye amûreke rejîmê, em ê li ber hemû şaredariyên xwe dest bi çalakiyên nobetê bikin. Em bang li hemû gelê xwe, rêxistinên girseyî yên demokratîk û herkesên xwedî wijdan dikin ku di nobetan de cih bigirin û li cem me bisekinin.    HEVSEROK DÊ DERBASÎ COLEMÊRGÊ BIN    Dîsa îro li Stenbolê hin rêze bernameyên hevseroka me ya giştî (Hatîmogûllari) hene. Sibê dê derbasî Colemêrgê bibe. Dîsa Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi şandeyekê re ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin. Em li bendê ne ku îro bigihin Colemêrgê. Ji bilî wê îro li her derê Tirkiyeyê li herêmê li her derê çalakî û aktîvîteyên ku em berteka xwe nîşan bidin ji aliyê rêxistinên me ve tên organîzekirin.    Îro saet di 18.00’an de li Şîşhaneya Stenbolê wê çalakiyek were lidarxistin. Hevseroka me ya Giştî Tulay Hatîmogûllari jî dê beşdarî daxuyaniyê bibe. Ji bo ku pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û hemû muxalefeta demokratîk tev li daxuyaniyê bibin ji vir bang dikim. Komîsyona Têkiliyên Derve dest bi xebatekê kiriye ku van bêhiqûqiyan li tevahiya qada navneteweyî ragihîne.”