‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’ 2024-06-03 15:23:50   ENQERE / STENBOL - Sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl anîn ziman ku bi şêweya “komploger” qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin û wiha gotin: “Vîna gel nayê xespkirin.”    Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Siddik Akiş ji hêla Wezareta Karên Hundirîn ji peywirê hate girtin û şûna wî Walî Alî Çelîk wek qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. Sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl bertek nîşanî vê yekê dan û daxuyaniya “qeyûm darbe ye” dan.    HDK'Ê BANGA XWEDÎDERKETINA LI ÎRADEYÊ KIR   Lijneya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji desthilat ji bi awayekî beyî pîvan êrişî gelê kurd û alîgirên komara demokratîk dike û wiha got: “Tevî ku desthilata AKP û MHP’ê gelek caran ji desthilatê ket, pişta xwe da derfetên dewletê, xestpkirina vîna gel ji bo domandina desthilata xwe kir rêbaz. Qeyûm nîşaneya vê mekanîzmaya darbeyê ya herî şênber e. Karker, jin, ciwan, demokrat, sosyalîst vê xespkirina îradeya gel qet qebûl nekirin. Bi têkoşîna li her qadê hatiye meşandin ve herî dawî di hilbijartinên 31’ê adarê de li desthilata faşîst a AKP û MHP’ê dane windakirin.”    Di daxuyaniyê de hat gotin ku desthilata winda kiriye pêşî li Wanê hewl da qeyûm tayîn bike, bi têkoşîna Wanê ev polîtîka vala derket û daxuyanî wiha dom kir: “Faşîzma dijminê îradeya gelan, demokrasiyê, jinan û xwezayê ye, niha jî ketiye liv û tevgerê, hevşaredar bi awayekî derveyî hiqûqê binçav kiriye, avahiyê şaredariyê dagir kiriye. Ev darbekirina îradeya gelê Tirkiye û Kurdistanê ye. Em bang li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku li her cihê ku lê ne, li dijî darbeyê ji bo pêşxistina îradeya demokratîk a gel û têkoşîna demokratîk a gel xwedî li îradeya xwe derkevin.”    KESK: EM DESTÛR NADIN   Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal daxuyanî da û wiha got: “Darbeya Şaredariya Colemêrgê nayê qebûlkirin. Em ê li dijî vê hewldana li dijî mafê gelê kurd ê hilbijartinê, piştevaniyê bikin û têbikoşin. Ev li Wanê hate ceribandin, ji dîwarê gel ket; li Colemêrgê cardin darbeyekî nû! Qeyûm dest danîna ser îradeya gel e. Ya ku lê wê derê dibe, li wir namîne/dê nemîne. Bi vê zanebûn û hestiyariyê divê em bi hev re, di nava piştevaniyê de têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. Li #Colemêrgê qeyûm nayê qebûlkirin! #KayyımaGeçitYok   ÎHD: VÎNA GEL NAYÊ XESPKIRIN   Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal wiha got: “Vîna gel nayê xespkirin. Ji qeyûm re na.”   TUM BEL-SEN: ŞÊWEYEKÎ KOMPLOGER E   Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tevahî Şaredarî û Rêveberiyên Xwecihî (TUM BEL-SEN) di daxuyaniya parve kiriye de destnîşan kir ku desthilata AKP û MHP’ê ya di hilbijartinên 31’ê Adarê de encamên ku dixwest bi dest nexistiye, hewl dide bi “şêweyekî komploger” îradeya gel xesp bike.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Her carê desthilat li hemberî îradeya gel têk diçe, dema ku bi lîstikên hiqûqê nekarî îradeya gel xesp bike vê carê serî li darbeya sîyasî ya herî baş dizane da. Ev ne tenê li dijî îradeya gelê Colemêrgê, hewldana xespkirina îradeya demokratîk a hemû gelê Tirkiyeyê ye. Tevî gotinên nermbûnê û nîqaşên ser Destûra Bingehîn tên kirin jî dema mijar dibe kurd rejîma dijminê demokrasiyê û hiqûqnenas xwe nîşan dide. Em wek kedkar li bendê bûn ku erk û hêza şaredariyan zêdetir bin lê belê desthilat dema nayê karê wê bi şêwazên derveyî hiqûqê û sepanên bi vî awayî nîşan dide. Ev nayên qebûlkirin û ev rewş di hêla demokrasiya me ya lewaz bûye de şerm e.   GENEL ÎŞ: TAYÎNKIRINA QEYÛM TUNEKIRINA DEMOKRASIYÊ YE   Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK Genel Îş) di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Bi ser şaredariyan re tayînkirina qeyûman tunehesibandina mafê hilbijartinê ye û tunekirina demokrasiyê ye. Em ji vir careke din eşkere dikin ku em li dijî hemû sepanên keda karkeran red dike, mafê temînata kar hedef digire û îradeya gel xesp dike ne. Divê ev pêvajo li gorî rêgezên qanûnî yên navneteweyî, bi esasgirtina mafên mirovan ên bingehîn bêyî mafên demokratîk werin binpêkirin, adîlane û zelal were meşandin.”