Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin 2024-06-03 16:04:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Girseya ku di pêşengtiya malbatên girtiyan de li pêşiya girtîgehan di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” hatin ba hev, diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe dê li kolanan çalakiyên xwe bidomînin.   Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya malbatên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li pêşiya girtîgehan daye destpêkirin didome.    AMED   Malbatên girtiyan di hefteya 5’êmîn a çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber Kampusa Girtîgeha Amedê hatin ba hev. Hevserokên DBP, DEM Partî yên Amedê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên MED TUHAD-FED, MEBYA-DER û TUAY-DER’ê, Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan jî di nav de gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniya de pankarta “Deng bide azadiyê” hate hilgirtin, malbatên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û kumên bi nivîsa “Deng bide azadiyê” xistibûn serê xwe. Beşdaran bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq, hiqûq, edalet”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girseya ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin, çalakiya rûniştinê li dar xist.    Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat di çalakiyê de axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Canpolat, destnîşan kir ku ew ê tekoşîna xwe ya li dijî binpêkirinan bidomînin û mafê girtiyan biparêzin.   Çalakî bi tilîliyan bi dawî bû.   ÎZMÎR    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) li Îzmîrê li ber Girtîgeha Kiriklarê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek kes tev li bûn de li gel dengê tilîlî fîrfîrkan dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq, hiqûq, edalet” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Rêveberê DEM Partiyê yê Bûcayê Cahît Gunay ê di çalakiyê de daxuyanî da, destnîşan kir ku tevî ku zarokên dayikên girtiyan nexweş in jî di çalakiyê de ne û got: “Em zilm û neheqiyan şermezar dikin. Em tecrîda li ser Serokatî û girtiyên din qebûl nakin.”    Dayika Firat Yagmekan ê li GirtÎgeha Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin Sûltan Yagmekan jî bi lêv kir ku 2 meh in ji zarokên xwe yên li dijî tecrîdê çalakiya boykotkirinê didomînin agahiyê nawergirin û got: “Em ne dikarin bi telefonê biaxivin ne jî hevdîtinê bikin. Êdî bes e, bila ev tecrîd bi dawî bibe. Di serî de hemû malbatên girtiyan divê herkes piştgiriyê bide me. Bila êdî kes nemire. Bila dengê me bigihe dewletê, heta ku ev tecrîd bi dawî bibe em ê hem li kolanan li girtîgehan dengê xwe bilind bikin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.     MÊRSÎN    Di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” ya di pêşengtiya malbatên girtiyan de li Mêrsînê berdewam dike, li ber Kampusa Girtîgeha Tarsûsê daxuyanî hate dayîn û çalakiya rûniştinê pêk hat. Di çalakiya kete hefteya 5’emîn de malbatên girtiyan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Heq hiqûq edalet” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    ‘JI DAXWAZÊN DAYIKAN RE BI QEYÛM DIBIN BERSIV’    Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan jî diyar kir ku ji daxwazên dayikan re bi qeyûm dibin bersiv û got: “Me careke din dît ku; niyeta desthilatê ya çareserkirina pirsgirêka kurd nîne. Li dijî daxwazên kurdan ên demokrasî, azadî û aştiyê bi qeyûman dibin bersiv. Desthilata di her firsendê de qala vîna gel dike, darbeyê li vîna gel dike. Desthilatê niha mekanîka darbeyê pêşxistiye û vîna gel xesp dike. Em ê ligel dayikên xwe yên aştiyê, li vî welatî ligel her kesên bawerî bi azadî û demokrasiyê anîye li dijî bêhiqûqiyan bisekinin û dengê xwe bilind bikin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    EDENE    Malbatên girtiyan tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, xwestin li pêşiya Kampusa Girtîgeha Kurkçulerê daxuyaniyê bidin lê destûr nehate dayîn. Beriya çalakiyê, polîsan tevahiya rêyên ber bi kampûsê ve diçin girtin û ji bilî peywirdaran destûr nedan tu kes derbas bibe. Di heman saetê de polîsan avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Seyhanê dorpêç kirin û nehiştin malbatên girtiyan û welatiyên li avahiya partiyê kom bûn derkevin. Polîsên ku ketin û derketina avahiya partiyê qedexe kirin, nehiştin xizmên girtiyan biçin pêşiya Kampûsa Girtîgeha Kurkçulerê.    Xizmên girtiyan ên li rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Yuregîr, Seyhan û Ceyhanê kom bûn jî ji bo biçin pêşiya Kampusa Girtîgeha Kurkçulerê bi rê ketin. Lê belê ji ber ku destûr nehat dayîn derbas bibin, nekarin biçin pêşiya girtîgehê û ji wir vegeriyan.