Li Pirsûsê kesek hate girtin 2024-06-03 16:12:19   RIHA - Li Pirsûsê ji 10 kesên di 31’ê gulanê de hatibûn binçavkirin kesek hate girtin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê tê birêvebirin ve di 31’ê gulanê de li navçeya Pirsûs a Rihayê 10 kes hatibûn girtin. Ji van Salîh Ozçelîk hate girtin. Ozçelîk ê ji ber nexweşiyên wî pêvajoya wî ya binçavkirinê kurt hate girtin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar ve di 31’ê Adarê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê hate girtin û şandin girtîgehê.    Endamên Meclisa Şaredariya Pirsûsê Muslum Karak, Mûstafa Ozberk, Berîtan Aslantekîn û Mazlûm Nergîz, Ahmet Yenîlmez, Abdûlrezak Karak û 3 kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku navên wan nehatin zanîn ên li dozgeriyê îfadeya wan hatin wergirtin, ji bo bi “şertê kontrola edlî” bên berdan sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh hatin kirin. Dadgehê her 9 kes bi şertê kontrola edlî berdan.