Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin 2024-06-03 23:23:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran hate protestokirin.   Li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de bi dest xistibû, qeyûm hat tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin, ji peywirê hat dûrxistin û li şûna wî walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin. Tayînkirina qeyûm li gelek bajaran hate protestokirin.   MÛGLA   Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li navçeyên Menteşe, Bodrûm, Datça, Marmarîs û Mîlas yên Mûglayê bi daxuyaniyan hate protestokirin. Di daxuyaniyan de pankarta “Şaredarî yên me ne, em rê nadin xespê” hatin hildan. Endama DEM Partiyê Mehtap Çîfçî axivî û got: “Biryara tayînkirina qeyûm derhiqûqî ye. Gelên Tirkiyeyê wê li hişmendiya qeyûman bide windakirin.”   TEKÎRDAG   Rêxistina DEM Partî ya Tekîrdagê li navenda bajarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên “Şaredarî yên me ne, em rê nadin xespê” hatin hildan û dirûşmeyên “Mehmet Siddik Akiş rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partî yê Tekîrdagê Suat Sari li vir axivî û got: “Bi dehan caran we ev rê ceriband lê gel ev pêkanîn pesend nekir. Bi zext û tundiyê hûn nikarin vîna me teslîm bigrin. Desthilatê kûmpasek heman li Wanê jî pêkanîn, lê gelê Wanê berxwedanek bê hempa raber kir. Berxwedana Wanê li faşîzmê gav paş de da avêtin. Xeta me berxwedana Wanê ye. Şaredarî yên me ne û hûn nikarin xesp bikin.”   Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî xespkirina Şaredariya Colemêrgî bi daxuyaniyeke protesto kir. Her wiha li Edene, Mêrsîn û Antalyayê jî xespkirina Şaredariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê hat protestokirin. Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Qeyûm derbe ye. Wê gel rê nede vîna wan a demokratik were xespkirin. Gelê Colemêrgê bi vîna xwe ya azad hevşaredarên xwe hilbijart. Tu kes vê derhiqûqiyê qebûl nake. Em serî li ber we û qeyûmên we natewînin. Bila Enqere vê baş bibihîze; dê qeyûmên we jî mîna we biçin. Gelê me gelekî birûmet e û dê ji vir û şûnde jî destûrê nede qeyûman.”    AMED    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo tayînkirina qeyûm ya li Şaredariya Colemêrgê şermezar bike, li Parka Rojava ya girêdayî navçeya Peyasa Amedê kom bû. Endamên platformê pankarta “Vîna gel nema tê xespkirin, em qeyûman qebûl nakin” vekirin û dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” berz kirin. Hevserokên DEM Partî û DBP ên Amedê, endamên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bû. Ewilî polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê nehişt girse daxuyaniyê bide û ew dorpêç kirin. Dû re girseyê li hember dorpêçê ber xwe da û daxuyaniya xwe xwendin.    ‘ÎRADEYA GEL BIN PÊ DIKIN’      Daxuyanî ji hêla Hevseroka Egîtîm-Sen a Hejmar 2’yan a Amedê Dûygû Ozbey ve hat xwendin. Ozbey, anî ziman ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de gel ne tenê hevşaredar hilbijart, li cihên ku qeyûm hatin tayînkirin jî bi rêjeyên bilind polîtîkayên qeyûman qebûl nekir. Ozbey, da zanîn ku tevî vê yekê jî bloka desthilatdariya AKP-MHP'ê li Colemêrgê bi polîtîkayên qeyûman careke din îradeya gel bin pê kir û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Em dizanin ku ev biryar her kesê ku li welat piştgiriyê dide demokrasî, aştî û kedê ditirsîne.Dixwazin rejîmekê ava bikin ku li şûna kesên hilbijartî tayînkirina qeyûman normal bibe û ev rewş weke rewşeke asayî bê dîtin.”    ‘DARBEYEKE SIYASÎ YE’   Ozbey, diyar kri ku weke her du serdemên berê, hikûmet careke din sûcê dike, hilbijartinan bêwate dike û bi rêya dadweriya siyasî bi hincetên neqanûnî derdixe pêş. Ozbey,destnîşan kir ku hevşaredarê Colemêrgê ji aliyê YSK’yê ve hatiye pejirandin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Bawer in ku ji bilî hewldana nixumandina darbeyeke siyasî ti wateya wê hewldanê nîne. Em careke din bang dikin, divê demildest dev ji vê derbeya li vîna gel bê berdan. Desteserkirina îradeya gel ya bi zext û zorê divê bê rawestandin. Divê Hevşaredarê Colemêrgê yê hilbijartî bê berdan û demildest şûnde vegere li ser karê xwe.” Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.