Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye 2024-06-04 07:45:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Ceza ya Duhokê dîroka danişîna ewil a rojnamevan Silêman Ehmed ê 223 roj in ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin weke 30’ê hezîranê diyar kir.    Dadgeha Ceza ya Duhokê dîroka danişîna ewil a edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ê 211 roj piştî ji aliyê PDK’ê ve hate revandin agahî jê hate wergirtin weke 30’ê hezîranê diyar kir.    Yek ji parêzerên Komara Parastinê yê Silêman Ehmed, Beşdar Hesen têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Piştî ku destûra hevdîtina bi Silêman Ehmed re hate dayîn, hate erêkirin ku em parêzertiya wî bikin. Dadgeha Ceza ya Duhokê roja 30’ê Hezîranê weke dîroka danişîna ewil a doza Silêman Ehmed diyar kir. Muwekîlê me Silêman Ehmed ji madeya yek ya yasaya hejmara 21’an a bi dîroka 2003’yan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku bi îdiaya ‘xerakirina ewlehiya Herêma Kurdistanê’ tê darizandin.”