ROJEVA 4’Ê HEZÎRANA 2024’AN 2024-06-04 09:00:02     * Jinên siyasetmedar ên Botanê bertek nîşanî tayinkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dan û gotin: "Çawa ku gelê Wanê her saet, her deqîqe li ser piyan bû divê ku em vê ji xwe re bikin mînak û li berxwe bidin. Ji xeynî berxwedanê ti çare nîne."    * Girtiya bi navê Sariye Taşkesen diyar kir ku mafên destûra bingehîn li dîwarên Îmraliyê dikevin û dirijin behrê û wiha got: “Armanca me ew e ku di têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de bibin dilopek. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê nebin şirîkên vê yekê.”   * Civaknas Toprak Elesmer ku li Almanyayê çêbûye û mezin bûye, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hatiye Amedê û beşdarî qursan dibe. Elesmer anî ziman ku li cem asîmlasyonê otoasîmlasyon jî heye û got ku kurd dikarin bi axaftina kurdî ya li her derî hemû zextan bişikînin."    * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê diyar kir ku desthilat bi "Plana Çalakiyê ya Parastin û Xurtkirina Malbatê" re pêvajoyeke ku statuya jinê paş de dibe daye destpêkirin û wekî çareserî jî îşaret bi "malbata demokratîk" kir.    * Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso têkildarî hilbijartinên herêmî yên 11’ê hezîranê got ku ew biryara hilbijartinê li gorî qanûnên xwe girtine û wiha axivî: “Em ji vir bang li hemû gelê xwe dikin; biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.”    * Ji rêveberên OHD'ê Nagehan Avçîl diyar kir ku ji baroyan xwestine ku der barê tecrîda Îmraliyê de serî li Wezareta Dadê bidin û got: "Wê tecrîd tim di rojeva me de be."    * Li dijî biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. Li ber şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partiyê de dê çalakiya nobetê bên destpêkirin. (11.30-20.00)    * Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ   * Li Colemêrgê li dijî desteserkirina vîna gel dê meş bê lidarxistin û daxuyanî bê dayîn. (13.00-20.00) ZINDÎ   * Meclisa Jinan a DEM Partiyê, li Okmeydani ya Stenbolê dê bi dirûşmeya “Ji Kobanê heta Geziyê ji bo Edalet û Azadiyê” dê werin bahev. (13.00)    * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.30)    * 6’emîn Rojên Ma Musicê dê bi aktîvîteyên cuda bidomin. (20.00)