Li Kayseriyê balafira perwerdeyê ket 2024-06-04 10:56:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Hasan Arpa ya navçeya Kocasînan a Kayseriyê balafira pewerdeyê ket û 2 pîlot mirin.    Li Taxa Hasan Arpa ya navçeya Kocasînan a Kayseriyê balafira perwerdeyê ket. Piştî ketina balafirê li herêmê komên lêgerîn-rizgarkirinê û agirkujiyê hatin sewqkirin. Du pîlotên di balafirê de mirin.    Wezarata Parastinê jî got ku balafireke wan a perwerdeyê ya bi cureya SF-260D ji ber qezayê ketiye û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.