5 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-06-04 11:09:42 WAN - Duh li Wanê di çalakiya protestokirina qeyûm de 5 kes hatibûn binçavkirin û her 5 welatî hatin berdan.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li ser biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm tayîn kir. Ji bo protestokirin tayînkirina qeyûm, duh li Wanê daxuyanî hate dayîn. Di dema daxuyaniyê de polîsan êriş kirin û 5 kes binçav kirin. Her 5 binçavkirî jî hatin berdan. Gulcan Bal, Lorîn Aryen Turgut, Bahoz Gezîcî, zarokê 14 salî A.A. û kesekê navê wî nehat zanîn piştî kar û barên li emniyetê di saetên şevê de hatin berdan.