Parêzerek din jî ji doza îtîrafkar Akbiyik hat beraetkirin 2024-06-04 13:33:04   AMED - Parêzer Pîrozxan Karaalî ya ku li ser beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik dihat darizandin, di danişîna ewil de hat beraetkirin.    Parêzer Pîrozxan Karaalî ya ku ji ber xebatên xwe yên meslekî li ser beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik dihat darizandin, beraet bû. Danişîna ewil a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Umît Akbiyik ê îtîrafkar bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û Karaalî û parêzerên xe Mehdi Ozdemîr û Riza Polat li eywana danişînê amade bûn.    Îtîrafkar Akbiyik da zanîn ku parêzer Karaalî li emniyetê beşdarî îfade girtina wî bûye û wek din tu tiştekî derheqê wê de nizane.    Karaalî parastina xwe ya li dozgeriyê dubare kir û xwest bê beraetkirin.    Dozger xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” Karaalî bê cezakirin. Karaalî li dijî esasê axivî û got ku wê tenê parêzerî kiriye, ew sûcdariyek wiha qebûl nake û xwest bê beraetkirin.    Parêzeran jî li dijî mutalayê parastina miwekîla xwe kir û xwestin hevpîşeya wan bê beraetkirin.    Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û diyar kir ku delîlên şênber ên ku bibin mijara sûcdariyê tune ne û biryara beraetê da.