Ji Waniyan berteka qeyûm: Zilm e, xesp e 2024-06-04 14:57:44   WAN - Wanî têkildarî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Colemêrgê nirxandina “zilm û xesp e” kirin û wiha gotin: “Wekî Wanê divê em heman îrade û berxwedanê li kolanan nîşan bidin.”    Wanî bertek nîşanî biryara Wezîrê Karê Hundirîn ê hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê girtiye û li şûna wî qeyûm tayîn kiriye dan. Waniyên li hember helwesta tayînkirina qeyûm a piştî hilbijartinên herêmî li ber xwe dabûn destnîşan kirin ku riya paş de gavavêtina hikûmetê ji derketina kolanan derbas dibe.    ‘DIVÊ LI HEMBER ZILMÊ RABIN SER PIYAN’   Şaban Kaya ji bi ajansa me re axivî û ev tişt gotin: “Tunehesibandina îradeya gelê kurd û tayînkirina qeyûmn sepanekî ku li cîhanê nayê dîtin e. Ji ber ku kurdan wekî mirov nabînin û ev yek nayê qebûlkirin. Heke tu îradeya mirovekî qebûl nekî tu wî wek mirov jî qebûl nakî. Qeyûm rant û dizî ye. Pêşkeşkirina zeviyên şaredariyê ye. Feraseta Erdogan xesp û dizî ye. Di serî de kurd, divê her kes li dijî vê zilmê rabe. Gelê kurd gelekî mezlûm e û divê her kes derkeve kolanan.”   ‘DIVÊ BERTEKEKÎ XURT WERE NÎŞANDAN’   Perîşan Aslan tayînkirina qeyûm wekî zilm pênase kir û wiha got: “Me bi darê zorê bi dest nexist, bi hilbijartinê me ya xwe bi dest xist. Em heya ku şaredariya xwe bi dest dixin dê qet nesekinin. Heke em li dijî qeyûmê tayînkirî re deng dernexin, dê siberojê yek bi yek qeyûm tayînî şaredariyên me bikin. Ji ber wê divê bertekekî xurt were nîşandan. Em ê şaredariya ku me bi dest xistiye nedin.”    ‘ROJ ROJA RÛNIŞTINÊ NÎN E’   Guzel Erdemlî ya tayînkirina qeyûm wek “biçûkxistin” girtiye dest wiha got: “Ev vê biçûkxistinê qebûl nakin. Her carê ji bo destkeftiyên me qeyûman tayîn dikin. Em ê xwedî li şaredarî û îradeya xwe derbikevin. Ji bo vê yekê jî divê em bibin yek û bi hev re deng derbixin. Roj ne roja rûniştina li malê ye, roja lêgerîna mafê xwe ye.”   Welatî Hekîm Kaplan anî ziman mafên wan ji destê wan tê girtin û wiha got: “Yek bi van tiştên tên kirin hiqûqî nîn in. Dema mijar dibe kurd tu hiqûq nîn e, ji bilî zilm û hestirên çava tiştek nîne. Em tenê ya xwe dixwazin, mafê xwe dixwazin. Ez ji vir bang li hemû kurdan dikim, divê em bibin yek. Heke em nebin yek em ê rastî neheqiyên mezintir bên.”    ‘ÎRADEYA WEKÎ YA WANÊ DIVÊ EM LI KOLANAN NÎŞAN BIDIN’   Lutfu Balbal tayînkirina qeyûm wekî “xesp” pênase kir û ev tişt gotin: “Mixabin polîtîkayên desthilata faşîst a AKP û MHP’ê bûn wek kevneşopî. Ev tiştên tên kirin hewldanên dîktatoriyê ne. Her tim gelê kurd li dijî van sepanan xwedî li îradeya xwe derketiye. Mînaka herî nêz a vê yekê jî Wan e. Berxwedana gel, li desthilatê paş de gav da avêtin û peyama pêwîst dayê. Dixwazin vê yekê li Colemêrgê jî biceribînin. Bila vê yekê baş zanibin ku dê tu carî nikarin serkeftina hêvî dikin bi dest bixin. Gelê kurd gelê herî polîtîk ê cîhanê ye. Heya îro li hember tu kesî serî netewandiye û dê ji vê saetê şûn de jî netewîne. Hewce be divê em heman îrade û heman têkoşînê li kolanan de jî nîşan bidin. Tu kes nikare îradeya me ji destê me bistîne. Em ê xwedî li azadiya xwe, gelê xwe û erdnîgariya xwe derkevin. Tevî gelê Wanê divê hemû gelên me bertek nîşanî vê yekê bide.”