Çolterên Elbakê hate bombebarankirin 2024-06-04 15:04:06   WAN - Li çolterên navçeya Elbakê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku herêm ji hêla helîkopteran ve tê gulebarankirin.    Li Çiyayê Siyanê û Masîro ên di navbera navçeya Elbaka Wanê û navçeya Gevera Colemêrgê de duh operasyonekî leşkerî dest pê kir. Bi destpêkirina operasyonê liv û tevger helîkopteran jî zêde bû. Hat zanîn ku li cihê liv û tevgera helîkopteran zêde bûye herêm hatiye bombebarankirin.